Trump: Îran bi me re li hev neke dê tiştên xirab bên serê wê

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku eger bi rêya dan û standinan çareseriyeke ji bo bernameya nukleerî ya Îranê neyê dîtin, wê demê dê tiştên gelek gelek xirab bi serê Îranê de bên.

Serokê Amerîkayê li Koşka Spî ji rojnamevanan re got: “Îran di rêza herî jorîn a wan tiştan de ye ku ez çavdêriya wan dikim.”

Trump 12ê Adarê bi rêya dîplomatê payebilind ê Îmaratê Enwer Qerqaş nameyek ji Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xaminayî re şand.

Donald Trump li ser nameyê xwe got: “Vê dawiyê min nameyekê ji wan re şand û min got, divê hûn bi rêyekê ji rêyan biryarekê bidin; an em dê bi dan û standinan çareseriyekê bibînin an jî tiştên gelek gelek xirab wê bi serê Îranê de werin.

Lê ez naxwazim ya duyem çêbibe.”

Serokê Amerîkayê her wiha hişyarî da Îranê û wiha domand:

“Ez ji pozîsyona hêz û lawaziyê ve naaxivim lê xwesteka min a mezin ew e ku em bi Îranê re bigihîjin çareseriyê.

Eger em çareser nekin, wê tiştên gelek xirab bi serê Îranê de werin.”

Medyaya fermî ya Îranê roja doh belav kir ku Tehran bi fermî bersiva nameya Donald Trump daye.

Îran: Me bersiv da nameya Amerîkayê

Îro Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî eşkere kir ku wan bi rêya Umanê bersiva nameya Donald Trump daye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, “Nameya Serokê Amerîkayê gihîşt destê me û bi baldarî hat nirxandin.

Name xwedî çend aliyên cuda ye û di beşekê de gef heye lê em destûrê nadin ku kesek bi zimanê gefê bi gelê Îranê re biaxive.

Bêguman name hewl dide paceyekê ji bo dîplomasiyê jî veke.

Me name bi baldarî nirxand û şîroveya me ji bo aliyên cuda yên wê heye û me bi awayekî guncaw bersiva xwe gihand aliyê Amerîkî.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *