Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê ragihand ku dê di demeke kurt de salane nêzîkî 2 mîlyar metre sêgoşe gaza xwezayê hinardeyî Sûriyeyê were kirin.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktarê ku ji bo pêwendiyên fermî li Şama paytexta Sûriyeyê ye, piştî hevdîtina bi hevkarê xwe yê Sûriyeyî Mihemed Beşîr re di konferansa çapemeniyê ya hevbeş de axivî.
Bayraktar anî ziman ku ji meha Kanûna Pêşîn a par ve li gel birêvebiriya nû wan gelekî hewl daye ku Sûriye careke din li ser pêyan bisekine, ji nû ve were avakirin.
Bayraktar diyar kir ku li Sûriyeyê projeyên kurt, navîn û demdirêj dê werin avakirin û got:
“Bi taybetî di demeke kurt de, ji bo ku pêdiviya Sûriyeyê ya karebayê dabîn bikin, em dixwazin hinartina karebayê ya ku em niha dikin herî kêm sê qatî zêde bikin.
Em di mehên pêş de nêzîkî 1000 megawat kareba bişînin.”
Bayraktar tekezî li ser wê yekê kir ku ew xebatên xwe yên li ser gaza xwezayî ya ku Sûriye karebaya hewce ji santralan bi dest bixe zêde dikin û anî ziman:
“Em dê di demeke kurt de hinardekirina nêzîkî 2 milyar metre çargoşe gazê dest pê bikin ku dikare bigihêje Heleb û Himsê.
Dê ji bo hilberîna karebayê li wir zêdebariyeke 1200-1300 megawatî pêk bîne.” (Rûdaw)