Tirkiye, Bulgaristan û Romanya belgeya hevkariya leşkerî îmze kir

Hate ragihandin ku îro 17ê Cotmehê di navbera Tirkiye, Romanya û Bulgaristanê, li ser çalakiyên leşkerî belgeyeke hevkariyê hate îmze kirin.

Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye, Romanya û Bulgaristanê ku ji bo Civîna NATOyê li Brukselê ne, bi merasîmekê Nameya Niyetê ya hevkariya çalakiyên leşkerî îmze kir.

Hate ragihandin ku merasîma îmzeyê li nûnertiya NATO ya Tirkiyê bi beşdariya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler, Wezîrê Berevaniya Romanya Angel Tilvar û Wezîrê Berevaniya Bulgaristanê Atanas Zapryanov ve hate lidarxistin.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *