Di nivîske kovara Time ya Amerîkayê ya bi nav û deng de hat destnîşankirin ku bêyî pêkanîna daxwazên çandî, zimanî û siyasî yên Kurdan aştî û aramiya mayînde li Rojhilata Navîn çênabe.
Di nivîsê de behsa têkoşîna Kurdan a ji bo serxwebûnê tê kirin.
Kovara Time a Amerîkayê nivîsek bi sernavê “Dîrok nîşan dide ku pêkanîna daxwazên Kurdan ji bo aştiya Rojhilata Navîn bingehîn e” weşand.
“Koma herî mezin a etnîkî ya bê dewlet li cîhanê”
Di nivîsa ku ji aliyê Sefa Secen û Serhun Al ve hatiye nivîsandin de, hat bibîrxistin ku Kurd bi nifûsa xwe ya zêdetirî 30 milyonî, mezintirîn koma etnîkî ya bê dewlet in li cîhanê û li Îraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê belav bûne.
Di nivîsê de hat diyarkirin ku Kurd zêdetirî sedsalekê ye ji bo azadiyê têdikoşin û her çar welatan jî bi awayên cuda mafê otonomî yan serxwebûnê nedane Kurdan.
Hat destnîşankirin ku siyasetên çewisandinê yên van welatan li hemberî Kurdan bûne sedema pevçûnên berdewam li herêmê û hat gotin:
“Ji vê dîrokê derseke zelal heye: Bêyî pêkanîna daxwazên çandî, zimanî û siyasî yên Kurdan, bidestxistina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn ne mumkin e.”
Di dîrokî de têkoşîna Kurdan
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û Peymana Sykes-Picotê, Kurd li ser çar dewletan hatin parvekirin û ji wê demê ve daxwazên wan ên serxwebûn an xweseriyê bi rêbazên cuda hatine tepeserkirin.
Nivîs balê dikişîne ser bûyerên girîng ên wekî tepeserkirina serhildanên Kurdan ên li Tirkiyeyê ji salên 1920î ve, hewldana serxwebûnê ya Komara Kurdistana Mehabadê ya li Îranê ya sala 1946an, bênasnamekirina bi hezaran Kurdên li Sûriyeyê û siyaseta jenosîdê ya Sedam Husên a li dijî Kurdan a li Îraqê.
Tê destnîşankirin ku PKKyê salên 1980î bi armanca “avakirina Kurdistaneke serbixwe” dest bi têkoşîna çekdarî kir û di encama pevçûnên bi Tirkiyeyê re bi dehan hezar kes mirin lê rêxistinê ti maf bi dest nexistin.
Her wiha hat gotirn ku di heman demê de li Îranê, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Ebdulrehman Qasimlo bi dirûşma “Demokrasî ji bo Îranê, Xweserî ji bo Kurdistanê” bangî danûstandinên aştiyane kiribû lê sala 1989an ji aliyê ajanên Îranê ve hat şehîdkirin.
Otomomiya Herêma Kurdistanê
Di nivîsê de tê diyarkirin ku bi taybetî piştî Şerê Kendavê yê 1991ê bidestxistina xweseriya de facto ya Kurdan li Îraqê ji bo Kurdan bû xaleke werçaxê.
Her wiha tê gotin ku bi naskirina statûya federal a Herêma Kurdistanê di destûra Îraqê ya 2005an de destkeftiyeke girîng hat bidestxistin.
Xweseriya de facto ya Kurdan a li Sûriyeyê
Di nivîsê de bal tê kişandin ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, Kurdan li herêmên Rojavayê Kurdistanê xweserî ragihand û YPGyê bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê piştgiriya navneteweyî bi dest xist.
Lê tê bibîrxistin ku Tirkiye, ji ber ku YPGyê wekî beşeke PKKyê dibîne, li dijî destkeftiyên Kurdan ên li herêmê derdikeve û destêwerdanên leşkerî dike.
Encam: Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurdan aştî ne mumkin e
Di nivîsê de tê diyarkirin ku daxwazên xweserî û serxwebûnê yên Kurdan li herêmê dibin sedema pevçûnên dirêj lê siyasetên zextê jî nikarin vê têkoşînê rawestînin.
Herî dawî tê diyarkirin ku “Ji bo aştiya mayînde li Rojhilata Navîn divê daxwazên Kurdan bên berçavgirtin” û wiha tê gotin:
“Dîrok nîşan dide ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi zextê nayê rawestandin.
Lê belê, hewldana avakirina dewleteke yekgirtî ya Kurdan dikare bibe sedema pevçûnên nû bi dewletên herêmê re.
Çareseriya herî baş sîstemeke pirçandî ye ku tê de hemû komên etnîkî û olî yên mezin xwedî mafên siyasî û çandî yên wekhev bin.” (Rûdaw)