Termê 17 Pêşmergeyan di gorekî komî ya li qeza Hewîce de hatin dîtin

Rêveberê beşa gorên komî li bijîşkê dadî yê Iraqê aşkera dike, di goreke komî ya li sînorê qeza Hewîce ya ser bi parêzgeha Kerkûkê de, gorekî komî hatiye dîtin ku termê 17 Pêşmergeyan têde ye.

Rêvebera beşa gorên komî li bijîşkê dadî ya Iraqê Yasemîn Munzir di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Goreke komî li qeza Hewîce li binkeyê Begare hatiye vekirin û derketiye ku termê 17 Pêşmergeyan têde ye.’’

Herwaha got, piştî hin nimûneyên hejmarek merivên wan li Hewlêrê hatine wergirtin, bi armanca testan, ew kesane hatine naskirin û nasnameyên wan diyar bûne.

Pêşbînî tê kirin ku ew Pêşmergeyane ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve, piştî dagirkirina wê navçeyê hatibin şehîd kirin û xistibin wê gora komî de. (BN)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *