Wezareta Derve ya Amerîkayê radigehîne ku, rêveberiya Trump bi hevkarên herêmî û navneteweyî re ji bo piştevanîkirin û vegerandina aborê Sûriyeyê û rakêşana veberhênanê ji bo wî welatî dixebite.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di konfranseke rojnamevanî de ragihand, “Di dawiya hefteya borî de, çend gavên sereke ji bo bicihanîna nerîna Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyeyeke tena hatine avêtin.”
Tammy Bruce amaje jî da, “Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyeyê Thomas Barrack li Stenbolê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re civiya.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê herwesa got, “Gavên girîng ji bo rakirina cezayên li ser Sûriyeyê hatine avêtin.”
Berdevka navbirî ron jî kir, “Em bi hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî re dixebitin da ku deriyê veberhênanê li Sûriyeyê vekin.” Herwesa got, “Rakirina cezayên li ser Sûriyeyê armancên me yên sereke pêş ve dibe, ew jî têkbirina herdemî ya DAIŞê bi rêya dana derfetê ji gelê Sûriyeyê re ji bo paşerojeke baştir.”
Tammy Bruce tekez jî kir, “Bala Amerîkayê dê li ser têkbirina DAIŞê û jiholêrakirina wan terorîstan be yên ku gefan li Amerîkayiyan dikin.” (K24)