Di sala 2024an de, 1200 kes di girtîgeh û zindanên rêjîma berê de, di bin eşkenceyê de hatine kuştin û hejmara giştî ya kuştiyan ji destpêka şerê li Sûriyeyê de, gihiştiye 61 hezar û 925 kesan.
Belgeyên nû ketin destê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, tê de kuştina 1200 welatiyan di bin eşkence û xemsariya tenduristî de di girtîgeh û zindanên rêjîma Beşar Esed de piştrast dikin.
Rewangeh dibêje: “Ev belgeyên fermî yên ku ji navendên binçavkirinê hatine derxistin, asta tawanên hovane û binpêkirinên giran ên ku girtî rastî wan dihatin, piştrast dikin.”
Destnîşan kir jî, divê berpirsên van tawanan bên darizandin û bigihin sizayên xwe yên yasayî.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, hejmara kesên ku di girtîgehên ewlekarî yên rêjîma Sûriyeyê de, ji destpêka şerê li Sûriyeyê ve hatine belgekirin, gihîştiye 61 hezar û 925 kesan.
Piştî ku hêzên opozisyona Sûrî roja 8ê Berçile gihiştin navenda Şamê û dawî li rejîma Beşar Esed anîn, bi hezaran girtî ji zîndana Sêdnaya û şaxên din ên ewlekariyê hatin berdan.
Lê girtî ne tenê ewqas bûn, ku bi hezaran girtiyên din jî li girtîgehên veşartî yên Girtîgeha Sor û Girtîgeha Spî nehatine dîtin, ku tê bawerkirin bi hezaran girtî hatine kuştin.
Li gorî Komeleya Girtî û Windayan a Girtîgeha Sêdnayayê, zêdetirî 30 hezar girtî di navbera salên 2011 û 2018’an de li zîndanê yan hatine bidarvekirin, yan jî ji ber îşkenceyan, nebûna lênerîna bijîşkî yan jî birçîbûnê mirine.
Li gorî Komîteya Navdewletî ya Windayan jî, li seranserê Sûriyeyê 66 gorên bikomî hene ku kesên dijberên rêjîma Beşar Esed tê de hatine veşartin.