Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer li Dohaya paytexta Qeterê li hev civiyan û wan behsa rewşa Sûriye û herêmê kir.
Li gorî medyaya fermî ya Îraqê INAyê ku dispêre çavkaniyeke hikûmetê, Sûdanî çûye Dohaya paytexta Qeterê kiriye û li wir li gel Mîrê Qeterê Temîm bin Hemed El Sanî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer civiyaye.
Çavkaniya hikûmeta Îraqê got “Hevdîtina sê alî ji ber bûyerên lezgîn ên herêmê û bi taybetî Sûriyeyê bûye.”
Li gorî medyaya fermî ya Îraqê INAyê ku dispêre çavkaniyeke hikûmetê, di civînê de pêşketinên lezgîn ên vê dawiyê li herêmê û rewşa Sûriyeyê hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de Sûdanî diyar kir ku ew bipêşketinên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin û bi taybetî nerazîbûna xwe ya ji hebûna leşkerî ya Îsraîlê anî zimên.
Sûdanî helwesta esasî ya welatê xwe di derbarê destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya berfireh li Sûriyeyê, parastina hemû pêkhateyên olî, civakî û neteweyî û parastina cihên pîroz de careke din dubare kir.
Sûdanî diyar kir ku ev hevdîtin ji aliyê dînamîkên ewlehiyê yên herêmê girîngiyeke mezin heye.
Her wiha Sûdanî got ku divê hikûmeta nû yaku dê li Sûriyeyê were avakirin gavên piratîkî û cidî bavêje ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê.
Sûdanî berê ragihandibû ku Şer bi fermî hatiye vexwendin ji bo Lûtkeya Komkara Erebî ya ku dê 17ê Gulanê li Bexdayê were lidarxistin û dê ji beşdariya wî kêfxweş bibin. (Rûdaw)