Sophie Sidos-Vicat her wiha got ku hatina şirketin Fransî dê derfetên kar û bazirganiyê ji bo welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê pêk bîne.
Li Parîsa paytexta Fransayê Foruma Bazirganiyê ya Fransa û Îraqê tê lidarxistin.
Şandeyeke Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Serokê Desteya Veberhênanê Dr. Mihemed Şukrî beşdarî forumê bûye.
Seroka Şêwirmendên Bazirganiya Derve ya Fransayê Sophie Sidos-Vicatê ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re ragihand ku plan heye ku komîteyeke nû ya bazirganiyê ya Fransayî li Îraqê bê avakirin ji bo bipêşxistina têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de.
Sophie Sidos-Vicatê da zanîn ku komîteya wan nûnertiya pênc hezar birêvebirên cîbicîkar ên kompanyayên Fransayê dike ku li seranserî cîhanê kar dikin û got:
“Lê niha ti kesê me li Îraqê nîne (wekî nûnerê komîteyê), lê hejmareke zêde ya kompanyayên din hene ku li Îraqê dest bi hin karan kirine.”
Di bersiva pirsekê de derbarê wê çawa ev karkirin dê sûdê bide Herêma Kurdistanê, Sophie Sidos-Vicatê got:
“Tişta baş ew e, dema kompanyayeke Fransî diçe welatekî din, ew mirov bi xwe re nabe, tenê karmendên birêvebirinê dibe û xelkê wî welatî dide kar.
Ango dê pêdiviya wan a mezin bi xelkê Îraqê hebe û hin Kurdên Îraqê jî dê bi şirketê re kar bikin. Yanî ew dê derfetên kar û bazirganiyê pêk bînin.”
Rûdaw: Pêwendiyên bazirganî yên we bi Îraqê re çawa nin û hûn dixwazin bigihînin ku derê?
Sophie Sidos-Vicat: Belê, ev pirseke baş e. Navê min Sophie Sidos e, Seroka Komîteya Niştimanî ya Fransayê me ji bo Şêwirmendiya Bazirganî ya Derve ku nûnertiya pênc hezar birêvebirên cîbicîkar ên kompanyayên Fransayê dike ku li seranserê cîhanê, ango li 152 welatan kar dikin. Em niha ti kes ji me li Îraqê nîne, lê hejmareke zêde ya kompanyayên din hene ku li Îraqê dest bi hin karan kirine; em dixwazin zelal bikin ka kî bazirganî dike û tê nava dezgeha me, piştre ew bi balyoz, wezîrê me yê bazirganiya derve û wezîrê we re kar dikin.
Îro ez daxwaz dikim em heft kompanyayên Fransayê diyar bikin da ku em ji wan komîteyekê ava bikin da ku ez bikaribim ragihînim ku komîteyeke Fransayê li Îraqê dê hebe. Piştî ku me ew komîte ava kir, ew dê her meh bi balyoz re bicivin û balyoz dê ji wan re bibêje em dikarin di nav Îraqê de çi bikin. Em dikarin karên cuda bikin, wekî nimûne, li Fransayê Total, Suez û hemû kompanyayên enerjî, gaz û petrolê hene; her wiha me kompanyayên pispor hene di warê nehiştina karbonê di sektora enerjiyê û sektorên din ên cuda de.
Me pênc hezar birêvebirên cîbicîkar ên hemû kompanyayên mezin ên Fransayê hene. Tiştê ku em niha dixwazin bikin ew e ku em biçin Îraqê û li Îraqê kar bikin, ji ber ku xelk nizane niha Îraq çawa ye. Îro em gelek kêfxweş bûn ku wezîrê we gelek baş behsa welatê we kir û soz da ku kompanyayên Fransayê rastî ti pirsgirêkan nayên û dê alîkariya me bike ku kompanyayên me geş bibin. Gelek kompanyayên Fransayê ku bi min re axivîne, ji min re gotiye ku dixwazin beşdarî komîteya me bibin, ji ber ku hûn pişta xwe didin wezîr û em jî dixwazin bi we re bin.
Rûdaw: Wate ew komîte dê bibe hêsankerê firehkirina bazirganiyê di navbera Îraq û Fransayê de? Fransa di kîjan warî de dixwaze zêdetirîn veberhênanê li Îraqê bike?
Sophie Sidos-Vicat: Belê, ev girêdayî wê ye ku Îraq hewcedarî bi çi heye. Îro Îraq hewcedariyeke mezin bi binesaziyê heye; hûn gelek hewcedarî bi nehiştina karbonê ne, gelek hewcedarî bi binesaziya avê ne, ji ber ku girîngtirîn tişt ew e ku av a paqij û baş hebe. Gelek kompanyayên wekî Veolia û Suez hene ku dixwazin biçin deverên seranserê cîhanê û kar bikin. Ez bawer im dê tiştekî baş be eger balyozekî Fransayê hebe, da ku bibêje, belê kompanyayên me hene û tên kar dikin û niha me komîteyeke pispor ava kiriye.
Em wekî komîte, bê beramber kar dikin, her çend rast e ku kompanî ji bo xwe kar dikin, lê tiştê ku em di komîteyê de dikin, karekî bê beramber e, tenê ji bo wê ye ku em ji balyoz re bibêjin ku em dikarin çi bikin, her wiha ji bo wê ye ku em hemû bi hev re bin û nîşanî kompanyayên Fransayê bidin ku Îraq welatekî ewle ye. Eger hûn hewcedarî bi binesaziyê hene, me kompanyayên taybet bi binesaziyê hene û li gorî daxwaziya we hemû tişt dabîn dikin.
Rûdaw: Herêma Kurdistanê heta çi qasî dê sûdê ji wan projeyên ku hûn dixwazin bicih bikin, bibîne?
Sophie Sidos-Vicat: Tiştê baş ew e, dema ku kompanyayeke Fransî diçe welatekî din, xelkê bi xwe re nabe, tenê tîma birêvebiriyê dibe û xelkê wî welatî dide xebitandin, ango dê hewcedariya wan a mezin bi xelkê Îraqê hebe û hin Kurdên Îraqê bi kompanyayê re kar bikin. Wate ew dê derfetên kar û bazirganiyê peyda bikin. Erkê herî giring ê komîteya me ew e ku tiştekî bikin da ku kompanyayên Îraqê jî werin Fransayê û kompanyayên Fransayê jî biçin Îraqê. (Rûdaw)