SOHR: Li Efrînê 15 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 15 kes revandin ku di nava wan de 3 jin û 6 zarok hene.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, li Efrînê di heyama hefteyekê de 15 kes ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin.

Diyar kir jî, di nava kesên revandî de, 3 jin ku yek ji wan ducanî ye û 6 zarok hebûn.

Rewangehê amaje bi wê kir, 8 kes (2 jin û 5 zarokan) hatin berdan, lê hîna çarenivîsa 7 kesên din ne diyar e.

Da zanîn jî, grûpa bi navê Polîsa Leşkerî welatiyek neçar kirin ku xwe radestî wan bike, piştî ku eşkence li jin û zarokên wî kirin, ku tawanek derew (bikaranîna madeyên hişbir) jê re lihev anîn.

Zêdetir ji şeş salan re ye herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve dagirîkirî ye û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin û pere, fidye û bacan ji wan distînin.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *