SOHR: HSDê 40 endamên DAIŞê radestî Iraqê kirin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 40 endamên girtî yên DAIŞê radestî Iraqê kirin.

Li gorî çavkaniyên taybet ên SOHRê, proseya radestkirinê li herêma Til Koçer ya li ser sînorê Sûriye-Iraqê pêk hatiye. Hat diyarkirin jî, girtî di bin parastina asmanî û bejayî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û di nav tedbîrên tund ên ewlehiyê de hatine veguhestin, da ku li Iraqê werin darizandin.

Heta niha ne Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û ne jî hikûmeta Iraqê derbarê vê radestkirinê de ti daxuyaniyeke fermî belav nekirine.

Ev pêngav di demekê de tê ku hewlên ji bo kêmkirina barê li ser kamp û girtîgehên li jêr kontrola Rêveberiya Xweser didomin. Di vê çarçoveyê de, di 15ê Nîsana borî de jî, 240 malbatên Iraqî ji Kampa Holê vegeriyabûn welatê xwe.

Bi hezaran çekdarên DAIŞê, ku gelek ji wan welatiyên biyanî ne, di girtîgehên HSDê de ne. Li gor texmînan, derdora 10 hezar çekdarên DAIŞê di van girtîgehan de dimînin, ku tê gotin nêzîkî 4 hezar ji wan welatiyên Iraqê ne. Herwiha bi dehhezaran jin û zarokên malbatên DAIŞê jî li kampên wekî Hol û Roj dimînin, ku piraniya wan Iraqî ne. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *