Pêşwazîkirina Parêzgerê Hewlêrê bi sirûda Ey Reqîbê li parêzgeha Qezwînê ya Îranê di nav hejmareke medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê û torên civakî de dibe mijar. Parêzgerê Qezwînê jî dibêje, “Hemî karûbar bi hevahengiya Wezareta Navxwe û li dû protokolên diplomatî bi rê ve çûn.”
Parêzgerê Qezwînê di ragehandinekê de li ser pêşwazîkirina Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi sirûda Ey Reqîbê ronkirinek da û got, “Hemî pirinsîpên protokolên diplomatî di pêşwazîkirina şanda Herêma Kurdistanê ji bo Qezwînê de li ber çav hatine wergirtin.”
Ew ronkirin duhî (Pêncşem, 01.05.2025) ji aliyê ajansa IRNAyê ve, ku organa fermî ya Hikûmeta Îranê ye, hatiye parvekirin û tê de hatiye, “Li ser serdana Parêzgerê Hewlêrê ji bo Qezwînê, divê ez ron bikim ku ev serdan bi hevahengiya Wezareta Navxwe û liberçaqvwergirtina tevaya pirinsîpên diplomatî yên Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê hatibû rêkxistin.”
Parêzgerê Qezwînê amaje jî daye, “Di rûniştina çalakiyên aborî yên wê parêzgehê de, ku bi amadebûna Parêzgerê Qezwînê û Parêzgerê Hewlêrê û şanda pê re bi rê ve dçû, sirûdên niştîmanî yên Îraq û Îranê hatine lêdan.”
Parêzgerê Hewlêrê heta niha jî bi hevaltiya şandekê li Komara Îslamî ya Îranê ye. di dema serdana wî ji bo parêzgeha Qezwînê de, bi sirûda Ey Reqîbê pêşwaziya wî hat kirin.
Vê yekê jî li nav medyayên fermî yên Îranê û torên civakî dengvedan çê kir û rexne li parêzgeha Qezwînê hat girtin, ku li şûna sirpda niştîmanî ya Îraqê sirûda niştîmanî ya Kurdistanê hatiye lêdan û tevaya berpirsên wê parêzgehê jî rêz li wê sirûdê girtiye. Ev wekî pêngaveke ecêb hatiye binavkirin. (K24)