Sînorên Nû – Ezîz AliÅŸ

Eve demeke dûr û dirêje ku, min li ser hin mijar an bûyeran nenivîsî. Bêguman hin sedemên wê hene; lê êdî dibînim ku bûyerên mezin li cîhanê û bi taybet Jî li Rojhilata Navîn de çêdibin, ez jî wek kurdekî dewletxwaz erkekê li ser milê xwe dibînim ku hin dîtin û nirxandinên xwe bi raya giştî re parve bikim. Armanca min ne êşandina kesan û ne jî rexneyên xerabkar e! Rexne divê avakar be û bi vê pîvanê ezê hin dîtinên xwe bi re parve bikim.

Piranîya mirovên têgihiştî dizanin ku, piştî şerê cihanî yê yekem û yê duyem de sînorên hin dewletan hate guhertin. Di wan serdeman de gellek dewletên nû ava bûn ango gellek milletên bindest bûn xwedî dewlet.

Lê mixabin piranîya me kurdan, bi taybet jî piranîya partî/rêxistinên siyasî sîyaseteke bê stratejî dimeşînin. Piranîya wan bê vısion û bê planên dûrûdirêj in. Ev sîyaset bi taybet li Rojavayê Kurdistanê pirr bi zelalî tê dîtin.

Gava Rojavayê Kurdistanê bi ’’Kantona’ parçe kirin, gava hejmara ’’partîyan’ gihîşt 80 yî, gava hin ji ’’partîyan’’ yên ENKS êbi navê ’têkilîyan’ ketin bin bandora Tirkîyeyê û hin ji wan jî konê xwe li Başûrê Kurdistanê danîn û êrîşî hevûdu kirin; êdî bêguman mirov nikare hêvîyekeji wan rêxistinan bike ku ewê xwedîyê stratejîyeke Neteweyî bin.

Ji alîyê din ve bandora PKK ya Tirkîyeyê û PKK ya Îranê ya li ser PYD jî bi heman awayî ne xwedîyê armanceke dewletbûyinê bû. Naxwazim zêde li ser kêmasî û şaşîtîyên PYD û partîyên di nav ENKS ê bêjim. Tenê dixwazim yek xaleke girîng di bîra wan de (her du alîyan) bînim; Gelo çima we ji destpêkê de hesab û ciddîyeta Menbic, Girê Spî, Cerablûs û Efrînê (ku rêya/xeta gihandina Deryaya Spî ye) nekir?Lê dewletên dagirker, nemaze Tirkîye dizanîbû ku ew bajarokên Rojavayê Kurdistanê, cîhên stratejîk e.

Mixabin Tirkîye, Îran û Rûsya roleke xerabkar û hovane li Rojavayê Kurdistanê leyistin. Rewşa îro ya Rojava li ber çava ye. Rejima Baas rûxa, grûpên çekdar ku girêdayî dewletên cuda dixwazin desthilatdar bin. Lê ev pêvajoya nakokîyên di nav grûpan bêguman girêdayî PLANA/PLANÊN USA, Fransa û Îsraîlê ye. Hemû bûyerên nû di bin kontrola wan de ye. Êdî ewê çawa Tirkîyeyê bi awayeke ’dostane’ an bi kîjan ’sozan’ îqna bikin ku, bandora wê lawaz biki an jî bi tevahî wan bajarokan di destê yekem de teslîmî DYA yê bikin.

Belkî bêtir dikarim misoger bim ku, Hebûn û piştgirîya DYA (USA) li Rojavayê Kurdistanê, rûxandina rejîma Baas û alozîya li Surîyeyê ji bo me kurdan derfeteke pirr mezine. Heger rêxistinên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi yek helwestê bibine xwedîyê Armanceke Hevbeş û bi helwesteke hevbeş an lihevkirî dikarin doza mafên xwe yên Neteweyî bikin.

Herweha divê ew bi vê helwesta hevbeş ya Neteweyî, têkilîyên xwe bi DYA (USA), Fransa, Îsrail û Urdunê ve xurttir bikin. Divê ew têbikoşin ku helwest û sîyaseta Tirkîyeyê ya li hember pirsa Kurdistanê bi DYA, Îsrail û Fransayê guftûgo bikin. Em jibîr nekin ku, dagirker û dabeşkirên Kurdistanê împeratorîya Faris û Osmanîyan bû. Îro jî bi navê Îran û Tirkîye heman siyasetê dimeşînin.

Kurdistan welateke stratejîke û bi dewlemendîya Ax û Av û Petrola xwe herdem ji bo gellek dewletan bûye herêmeke balkêş. Loma jî nêzîkbûna dewletên rojava girêdayî dewlemendîya Kurdistanê ye. Divê em êdî li ser maseyên dîplomasîyê de xwedî Helewestek Neteweyî bin û di daxwazên xwe de zelal bin.

Min bi çendîn sal e gotîye û îro dîsa dubare û sêbare dikim; Heta Kurdistanek serbixwe çê nebe ango Kurdistan nebe DEWLET; aştî û aramî li Rojhilata Navîn de pêk nayê!

Sîyasetmedar û ronakbîr û hemû rêxistinên sivîl û sîyasî dikarin bi yek dengî bi kêmanî daxwaza îdareyeke/sîstemeke Federal ya Sûrîyeyê bikin. Nûnerên kurda divê xwe ji bo di maseya rûniştin û bazarkirinê amade bikin. Misogerkirina çareserîya Rojavayê Kurdistanê divê di bin çavdêrîya DYA, Fransa, Îsraîl û Urdunê de be.

Ez bi hêvî me ku, milletê Kurd gav bi gav nêzî serxwebûnê ango ber bi Dewletbûyînê ve diçe.Êdî sînor tên guhertin û êdî dewleteke bi navê Kurdistan ava dibe, ku milletê Kurd bi dehan sale çaverêya serxwebûna wê bû.

EmêGav bi gav û Qonax bi qonax serxwebûnê werbigrin.Ew jî bi Yek Armanc û bi Helwesta NETEWEYÎ ve pêk tê!

10.12.2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *