Sînem Mihemed: Divê Kurd bi yekîtî bi Şamê re bikevin diyalogê

Nûnerên aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê û Diasporaya Kurdistanî li Washingtona paytexta Amerîkayê civiyan.

Civîn ji aliyê Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê ya li Washingtonê ve hatibû sazkirin.

Armanca wê civînê jî nêzîkkirina Kurdan û bi hev re karkirina wan li ser mijarên stratejîk û neteweyî bû.

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemed li civînê ji Rûdawê re axivî.

“Divê Kurd bi yekîtî bi Åžamê re bikevin diyalogê”

Sînem Mihemedê got, “Avakirina Sûriyeyê Sûriyeyeke demokratîk e, Sûriyeyeke ne merkezî ye, ji ber vê yekê ev esas e.

Lê belê divê hemû gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê bi hev re, bi nêrîneke yek karibe bi Şamê re* bikeve diyalogê. Ev gelekî giring e.

Niha Kurdên me yên li Washingtonê jî piştgiriya wî tiştî dikin. Ji bo wê jî me dixwest em civîneke mezin li vê derê li Washingtonê bikin.

Hemû Kurdên me yên li diyasporayê çi ji Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilate hazir bûn. Ez spasiya wan hemûyan dikim.

GiÅŸt jî piÅŸtgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê û xelkê me da xuyakirin.”

Di civînê de rewşa herêmê û bi taybetî ya Rojavayê Kurdistanê û bipêşketinên nû yên li Sûriyeyê hatin nirxandin.

Beşdarên civînê ku piraniya wan nûnerên aliyên siyasî yên parçeyên Kurdistanê bûn, ev civîn wekî tiştekî girîng nirxand û di heman demê de bi ya wan girîng bû ku serkirdayetiya Kurd jî li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya van rûniştinan zêdetir bike.

“Pêwîst e îradeyeke bihêz li Kurdistanê li piÅŸt vê mijarê be”

Nûnerê HDKAyê yê Waşingtonê Areş Salih jî beşdarî civînê bû û got:

“Bi baweriya min ev civîn gelekî girîng in, pêwîst e ev civîn û hevdîtin zêdetir bibin:

Lê du tişt li vir girîng in; ya yekem hinekî dereng e, mebesta min ew e diviyabû zûtir pêwîstiya van hatibanaya fêmkirin, hest bi wê bihata kirin ku rewş diguhere, pêwîst dike şimûliyet di nav karê hêzên Kurdî de zêdetir bibe, ev jî beriya ku ev rewş pêk were.

Mijara duyem ew e, pêwîst e îradeyeke bihêz li Kurdistanê li piÅŸt vê mijarê be, îradeyeke rastbîn.”

Li gorî dîtina beşek ji amadekaran, her çi qasî Amerîka dostê xwe be û ji Kurdan zêdetir di xema berjewendiyên xwe yên neteweyî de be jî, bi hev re bûna Kurdan û nêzîkbûna wan ji hev, girîngiya xwe heye û bandorê li ser doza Kurd dike.

Civîna dawî ya Serok Barzanî û General Mezlûm Ebdî jî ev girîngî bi zelalî nîşan da.

“Amerîka li pey berjewendiyên xwe ye”

Berpirsê Liqa Heftemîn ê PDKyê ya Amerîkayê Hîkmet Bamernî wiha anî ziman:

“Divê em rastbîn bin, Amerîka li pey berjewendiyên xwe ye. Em dibêjin, Amerîka dostê me ye, Amerîka dostê xwe ye û her kes ji bo xwe ye.

Em Kurd nîgeranê Sûriyeyê ne, ji ber ku em Kurd in, Tirk jî ji bo Tirkan û Amerîka jî ji bo Amerîkiyan, her kes ji bo xwe ye.

Eger em jîr bin û bikaribin sûdê ji vê yekê wergirin, baş e, eger na ez nîgeran im, ez kêfxweş im jî ku gavên baş hatine avêtin.

Çûna Mezlûm Ebdî ya cem Serok Barzanî û helwesta ENKSyê û li gel wan jî rêkeftinek heye.

Ez hêvî dikim di dema dan û standinên xwe de rastbîntir bin, li nerînên hev binêrin, ne ku mijûlî xwenîşandan û sîng derxistinê bin, ji ber ku bi vî awayî em hemû zirarê dikin.”

Di civînê de hat tekezkirin ku li ser mijarên neteweyî û stratejîk divê Kurd piştgiriya hev bikin û bi hev re kar ji bo danîna bandorê li ser Kongres û navendên biryardayînê yên Amerîkayê bikin.

Di heman demê de nakokî û pevçûnên xwe yên siyasî li nav Kurdistanê bihêlin û bi hev re biçin wan paytextên ku Kurdistan li ser wan hatiye parvekirin, bi vî awayî dê destkeftên mezintir ji bo Kurdan bên bidestxistin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *