Şeybanî û Husên rewşa ewlehiya herêmê gotûbêj kir

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve Sûriyeyê Eshed Şeybanî rewşa ewlehiya herêmê gotûbêj kir.

Fuad Husên diyar kir ku ew girîngiyê didin ewlehî û aramiya Sûriyeyê û ji bo hikûmeta nû ya ku tê payîn li Sûriyeyê were avakirin serkeftinê dixwazin.

Eshed Şeybanî serdana Bexdaya paytexta Îraqê kir û bi hemtayê xwe Fuad Husên re civiya.

Piştî civînê her du wezîran di konferanseke çapemeniyê ya hevbeş axivîn.

Fuad Husên got: “Ewlehî û aramiya Sûriyeyê ji bo me girîng e û tê wateya ewlehî û aramiya Îraqê.”

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê her wiha anî zimên ku ew dixwazin pêwendiyên aborî di navbera her du welatan de jî xurt bikin.

Husên da zanîn ku Îraq û Sûriye ji rejîmên totalîter zerer dîtine û xelkê Sûriyeyê têkoşîneke dirêj daye da ku ji rejîma Beşar Esed xilas bibe.

Navenda hevkariyê ya operasyonan

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê bal kişand li ser wê yekê ku DAIŞ ji bo her du welatan gef e û anî ziman ku ew dixwazin bi Sûriyeyê re navendeke hevkariyê ya operasyonan ava bikin da ku têkoşîna dijî terorê û mijarên ewlehiyê yên din gotûbêj bikin.

Fuad Husên behsa girîngiya pêwendiyên her du aliyan kir û got:

“Destûra Îraqê midaxelekirina karûbarên navxweyî yên welatên din qedexe dike. Her wiha em girîngiyê didin pêwendiyên navneteweyî û cîrantiya baş.

Em li ser kiryarên dijî Elewiyan li Sûriyeyê jî axivîn û me nîgeraniyên xwe anîn zimên.

Em dixwazin ku hemû alî di rêveberiya siyasî ya Sûriyeyê de cih bigirin û em ji rêveberiya nû ya ku dê were avakirin re serkeftinê dixwazin.”

Fuad Huseyn da zanîn ku ew ji lihevkirina di navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî kêfxweş in.

“Em dixwazin hevkariya me zêdetir bibe”

Eshed Şeybanî jî bal kişand ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera her du welatan de û got:

“Em dixwazin hevkariyên di navbera her du welatan di bin serokatiya serokkomarê me Ehmed Şar de xurttir bikin.

Em ji bo têkoşîna hevpar bi Îraqê re li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê amade ne.

Divê em bi awayekî tund li hemberî têkoşîna hêzên derve bisekinin.

Ewlehiya Îraqê tê wateya ewlehiya Sûriyeyê.

Em hêvî dikin ku bi serdanê bihêzkirina hevkariyên aborî çêbibe û vekirina sînorê di navbera her du welatan de dê hevkariya me xurttir bike.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *