Alimê Kurd Şêx Murşid Xeznewî ragihand ku Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ji bo yekdengiya Kurdan amade ye bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicive.
Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif jî ji Rûdawê re diyar kir ku ew dê van rojan bi amadebûna Amerîka û Fransayê bi Mezlûm Ebdî re bicivin.
Şêx Murşid Xeznewî ev çend roj in ji bo yekîtiya partiyên Kurdan çûye Rojavayê Kurdistanê li gel aliyên siyasî dicive.
Xeznewî û Mezlûm Ebdî li Qamişloyê li hev civiyabûn.
Xeznewî gotibû, “Nêrînên Cenabê General gelekî baş û erênî bûn. Wî banga diyalogê kiriye lê ENKSyê heta niha bersiv nedaye Cenabê General.”
Dr. Şêx Murşid Xeznewî ji Rûdawê ragihand ku ew bi Desteya Serokatiya ENKSyê civiya.
Bi gotina Şêx Murşid Xeznewî, ENKSyê diyar kiriye ew amadekariyên xwe ji bo hevdîtina bi Mezlûm Ebdî re dikin.
Xeznewî da zanîn ku ENKSyê daxwaza rakirina hinek astengiyan dike lê gotiye ji bo berjewendiyên giştî ew amade ne bi Mezlûm Ebdî bicivin û helwesta xwe bikin yek.
Li aliyê din Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif bû mêvanê Dilbixwîn Dara û behsa mijarên di rojevê de ne kir.
Feysel Yûsif diyar kir ku ew wekî ENKSyê heta niha bi Partiyên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdan (PYNK) re neciviyane.
“Em dê birêz Mezlûm bibînin”
Li ser pirsa hûn dê kengî bi Mezlûm Ebdî re bicivin Feysel Yûsif wiha got:
“Me heta niha gelek cara xwestiyê hevdîtin çêbin. Kak Mezlûm berî 6 rojan xwest me bibîne.
Em li benda Amerîkî û Fransiyan bûn. Me ji wan re got ku ew tiştên ku hûn dixwazin me jî dixwazin.
Em dibêjin em dikarin çawa alîkariya xelkê bikin.
Ji aliyê me ve tu pirsgirêk nîne. Ez dibêjim em dê rojên li pêş karin birêz Mezlûm bibînin.
Hevîdtin dê amadebûna Amerîkî û Fransiyan be.”
Yûsif her wiha da zanîn ku wan ji Amerîka re gotiye ew yekrêziya Kurdan dixwazin.
Rûdaw