Li Amedê agir bi avahiyeke 13 qatî ket û dayîkek û 3 zarokên xwe mirin. Welatî giliyê li tîma agirvemirandinê dikin ku wan karê bi başî nekiriye.
Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê agir bi avahiyeke 13 qatî ket û di encamê de 3 jê zarok, 4 kes mirin ku 3 xwîşk, birayek û dayîka wan bû.
Xelîl Urekê ku şahidê bûyerê ye got:
“Hevalê min zewicî bû, jina wî û gedeyên wî rehmet kir.
Jina wî 35 salî bû, zarokên wî hûr bûn, 3 heb bûn.
Yek 12 salî bû, yek 5 salî bû û yek jî 6-7 salî bû. Du keçik û lawikek bû.”
Di şewatê de 13 kes jî birîndar bûn.
Li gorî îdiayan dema ku wesayîta agirvemirandinê ji bo vemirandinê hatiye, li ber avahiya ku agir pê ketiye xirab bûye.
Wesayît bi demjimêran li wê derê maye û li pêşiya tîmên rizgarkirinê jî astengiyeke mezin çêkiriye.
Maşallahê Licî ku ew jî şahidê bûyerê ye anî ziman:
“Kesên ku li ser îtfayeyê dixebitin divê hemû perwerdekirî bin.
Gerek hemû zanibin zû midaxeleyê bikin, gerek hemû pispor bin, her roj perwerde bibin.
Gerek neçin li wê derê rûnenên û li şaredariyê nan nexwin.
Li wir li saeta xwe, li xuleka xwe mêze neke.
Destûrên van gerek hemû diyar bin. Gerek 24 saetan peywirdarên wan hebin.
Gerek serokê wan hebe û midaxeleyê bike.
Hatiye vê derê nikare vînca xwe bilind bike.
Heger wan zû bikariya midaxele bikira û gelek kes nedimirîn û birîndar nedibûn.”
“Gelo ti îhmalkariyek heye yan na?”
Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu bi parlamenterên AK Partiyê re ji bo serdana birîndaran çû nexweşxaneyê.
Parêzgar Murat Zorluoglu paşê agahiyên şewatê yek bi yek bi awayekî fermî ragihandin.
Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu da zanîn:
“Li aliyekî serdozgeriya me ya komarê, li aliyekî em, helbet sedema derketina vî agirî lêkolîn dikin.
Em bi her awayî li ser disekinin. Gelo ti îhmalkariyek heye yan na?
Em dê hemû hûrgiliyên wê lêkolîn bikin. Ger di vir de îhmalek hebe, berpirsyarên van îhmalan teqez dê hesaba vê yekê bidin.”
Parlamenterê Amedê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu jî got:
“Êvara cejnê ye. Di vê şewata mezin de çar kesan ji malekê wefat kir.
Rewşa birîndaran baş e. Êşeke mezin e. Serê me gişan sax be.”
Derbarê şewata li Amedê lêpirsîn hat destpêkirin.
Heta nayê zanîn ka agir çima bi avahiyê ketiye û sedema derketina agir dê piştî lêpirsînê diyar bibe. (Rûdaw)