Şewata li Amed û Mêrdînê: Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir

Baroya Amedê têkildarî şewata li gundên di navbera navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê qewimî giliyê berpirsiyaran kir. Di şewatê de 8 kes û bi sedan ajal mirin.

Baroyê serî li Serdozgeriya Komarî ya Çinarê da û xwest serdozgerî derbarê sedema derketina şewatê û îdiayên mudaxileya derengmayî de lêkolînan bike û lêpirsînek bi bandor bi rê ve bibe.

Şewata li navbera Amed û Mêrdînê hat kontrolkirin: 12 welatî û bi sedan ajal mirin
21 Hezîran 2024

Her weha Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç jî ragihandiye ku derbarê şewata li navbera Mêrdîn û Amedê derketiye de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şewat li qada 66 kîlometreyî belav bûye

Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çolterî ya Şaredariya Amedê bi rêya peykê li herêma şewatê tespît kir û li gorî vê lêkolînê hat gotin ku şewat li qada 66 kîlometre belav bûye.

Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çolterî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê derket, bi rêya peykê li herêma şewatê tespîtan kir. Li gorî vê lêkolînê û tespîtê hat gotin ku şewat li qada 66 kîlometre belav bûye. Hat diyarkirin ku şewat bi hatina bayê re bi lez li erdên çandiniyê belav bûye. Hat zanîn ku di şewatê de genim, ceh, nîsk, garis û nok xesarê dîtine û bi hezaran dar şewitî ne.

DEM Partiyê daxuyanî da

DEM Partiyê têkildarî şewata li Şemrex û Çinarê daxuyaniyek da û got: “Vê karesatê careke din nîşan da ku desthilatdarî û dewlet di dema felaketê de ne bi gel re ye.”

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî şewata li navçeya Şemrexa Mêrdînê û navçeya Çinara Amedê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber şewata doh bi şev destpê kir û li qadeke berfireh belav bû 7 kes mirin, 44 kes birîndar bûn ku rewşa 10 ji wan giran e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em birînên ji ber karesata şewatê bi gelê xwe re dipêçin. Êşa me giran e, serê gelê me sax be. Em ji birîndarên xwe re şîfayê dixwazin. Li hemberî şewatê ku desthilatdarî ji aliyê destwerdanê ve dereng ma, kêm ma, di serî de Amed, Mêrdîn û Wanê hemû şaredariyên me yên li herêmê ji bo vemirandina şewatê seferber bûn û alîkarî gihand gel. Hevşaredarên me, parlamenterên me, hevserokên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir ku ji pêkhateyên partiya me ne, li gundên karesatê lê rû da, bi gel re hem êşên gel parve dikin hem û birînan dipêçin. Vê karesaetê careke din nîşan da ku di felaket û karesatan de dewlet û desthilatdarî ne bi gel re ye. Di dema erdhejê de nebûn, di şewatê de nînin, di lehiyê de nînin. Lê belê em xwedî wê hêzê ne ku tevî gelê xwe ji bin hemû felaketan rabin.”

Ji bo dermankirina ajalan bang li beytaran kirin

Şêniyên li herêma şewata li Çinarê û Şemrexê ji bo dermankirina ajalên xwe bang li beytarên xwebexş kirin.

Di şewata li navbera navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê de ku derket, bi hezaran ajal mirin û bi hezaran jî birîndar bûn. Li gundê Tobiniyê yê bi ser Çinarê ve ku ewilî şewat lê derket hem şivan hem jî bi sedan sewal canê xwe ji dest dan.

Gundiyan gelek sewalan birîndar ji şewatê xelas kirin û sewal bi halê birîndar li nav zeviyan li benda tedawiyê ne.

Hat zanîn ku rayedaran heta niha ji bo tedawiya sewalan tu gavek neavêtiye. Şêniyên gund ji bo tedawiya sewalên xwe banga alîkariyê li beytarên dilxwaz kirin.

*Çavkanî: MA

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *