SERSAXÎ BATMAN

Bi dilekî bi êş û xemeke mezin, me bihîst ku buyereke trafikê li ser reya Batman û Qubînê de nêzî Organîzê (OSB-Organîze Sanayî Bölgesî) bu ,ku ev rê weke reya mirinê tê nasîn.Di vê buyera trafîkê de bi mixabinî ji heman malbatê 4 kes, Süleyman Oğuz(48),İlyas Oğuz(40),Sefa Oğuz(12),Denhir Oğuz(3) buna qurbanî û du kes jî bi giranî birîndar bun.
 
Em sersaxîyê û hevxemiya xwe pêşkêşê malbat, kesûkarên wan dikin û xwe şirîkê êş û xema wan dibînin.
 
Ruhê wan şad be. Sebir û metanetê ji bo xemxwarên Xwedê ji wan razîyan re dixwazin.Ji birîndara re saxî û şîfa xêrê dixwazin.28.07.2024
Li ser navê Şaxa Batmanê ya PWKê
Aziz Özdemir

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *