Serokwezîrê Îraqê ji bo berjewendiya jinên Kurd ên Êzidî 2 biryar derxistin

Serokwezîrê Îraqê biryar da ku mercê temenê wergirtinê ya li xwendina zanîngehê, master û doktorayê jinên Kurd ên Êzidî li xwe negire û 10 nimreyan li wan bên zêdekirin ku karibin di van astan de bixwînin.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî biryar da ku mercê temenê wergirtinê ya li xwendina zanîngehê, master û doktorayê jinên Kurd ên Êzidî li xwe negire.

Ferq nake ku li kampan bin yan jî vegeriyabin cihê xwe yan jî rizgarbûyên destê DAIŞê bin.”

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr got:

“Her jina Êzidî ku bixwaze bixwîne dê ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan ve were piştgirîkirin.

Çi li kampên penaberan bin yan jî vegeriyabin dikarin sûdê ji vê biryarê wergirin.”

Li gorî yasaya xwendina bilind a Îraqê, ew xwendekarên ku li zanîngehên hikumî dixwînin, divê temenê wan ji 35 salan zêdetir nebe, yên ku masterê dixwînin divê temenê wan 40 salî derbas nekiribe, ji bo xwendina doktorayê jî jêr 45 salan hatiye diyarkirin.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr anî ziman:

“Biryareke din jî ew e ku 10 nimre li nimreyên giştî yên jinên Êzidî yên ku dixwazin li zanîngehê yan master û doktorayê bixwînin werin zêdekirin.”

Mercê pûanan an jî nimreyan a xwendina bilind ji bo wergirtina zanîngehê û xwendina master û doktorayê 65 e û ji bo karmendên dewletê jî 70 ye.

Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê doh di ragihandinekê de amaje pê kir ku Wezîr Îvan Fayiq, bi razîbûna Serokwezîr wekî gaveke pêkanîna çend pêşnirazan a ji bo kêmkirina êşên jinên Êzidî biryara rakirina van mercan daye. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *