erokkomarê Îraqê Dr. Letîf Reşîd yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir û Helebce êdî dibe 19emîn parêzgeha Îraq û 4emîn parêzgeha Herêma Kurdistanê.
Dr. Letîf Reşîd îro saet 12:00an li Koşka Serokkomariyê yasa îmze kir.
Parêzgara Helebceyê Nûxşe Nasih jî di merasîma îmzekirina yasayê de amade bû.
Serokkomarê Îraqê, pênûsa ku yasa pê imze kir wekî diyarî da Parêzgarê Helebceyê Nûxşe Nasihê.
Her wiha yasa piştre dê di Rojnameya Fermî ya Îraqê de bê weşandin. Bi vê yekê re Helebce dê bibe çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistanê û nozdehemîn parêzgeha Îraqê.
Doh Alîkarê Serokê Parlamentoya ÃŽraqê Dr. Åžaxewan Ebdulah ji ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand: “Me îro yasaya pêkanîna parêzgeha Helebceyê ÅŸand Serokatiya Komarî”.
Pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê
Helebce, bi biryara ku 13ê Adara 2014an ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye girtin, bi fermî wekî parêzgeha çaremîn a Herêma Kurdistanê hat naskirin.
Wê pêvajoyê sala 2013an ji aliyê Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê û Serokê niha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve dest pê kir.
Lê belê nakokiyên siyasî yên bi Suniyan re û hinek sedemên din, erêkirina projeyasayê li parlamentoya Îraqê dereng xist.
Pêşniyara ku Nêçîrvan Barzanî pêşkêş kiriye
24ê Kanûna Pêşîn a 2013an Nêçîrvan Barzanî projeyasaya statûya parêzgehkirina Helebceyê ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû amadekirin, bi nivîsa bi hejmara 12034 ji serokwezîrê wê demê yê Îraqê Nûrî Malikî re şand.
Nêçîrvan Barzanî, di nameya xwe de xwest ku Helebce wekî parêzgeha 19emîn a Îraqê bê naskirin.
Piştî vê daxwazê, Encûmena Wezîran a Îraqê 31ê Kanûna Pêşîn a 2013yan civiya û pêşniyaryasaya ku Helebce dibe parêzgeh pejirand.
Li gorî biryarê, hat diyarkirin ku dê projeyasa ji Parlamentoya Îraqê bê şandin û sînorên îdarî yên Helebceyê bên destnîşankirin.
Sedemên Helebce bibe parêzgeh
Di projeyasayê de ya ku Helebce bibe parêzgeh ev sedem hatin nîşandan:
Firehbûna mezin a Helebceyê û zêdebûna şêniyên wê
Zererên mirovî, darayî û jîngehî yên di êrişa çekên kîmyayî ya 1988an de ya li ser bajêr
Girîngiya dîrokî û siyasî ya Helebceyê di qada navneteweyî de
Dengdana li parlamentoya Îraqê
Piştî salên dirêj, projeyasaya ku statûya parêzgehê dide Helebceyê, 13ê Adara 2023yan ji aliyê Encûmena Wezîran a Îraqê ve hat pejirandin û ji parlamentoya Îraqê re hat şandin.
Lê belê dema hat qonaxa dengdanê, pêvajo rawestiya.
Du xwendin ji bo reşnivîsa projeyasayê hatin kirin lê dema gihişt qonaxa dengdanê pêk nehat. Roja 14.04.2025an projeyasa hat pejirandin.
Li gorî texmîna Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê, hejmara niştecihên parêzgeha Helebceyê îsal dê bigihîje 125 hezar kesan.