Serokê Parlamentoya Îraqê: Du baskên Îraqê hene: Erebtî û Îslam -Video

Serokê Parlamentoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî 26ê Sibata 2025an beşdarî Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn a Hewlêrê bû û ragihand, “Îraq xwediyê 1432 madeyî ye ku dikare veberhênan û pîşesaziyê tê de bike, ji enerjiyê heta madeyên din û dewlemendtirîn parêzgeha me jî parêzgeha Enbarê ye.

Ji ber siyaseta têkdana rejîm û dewletê ji aliyê Amerîkayê ve, her wiha ji ber şandina teqînan û terorê a ji bo Îraqê, pêşveçûna Îraqê rawestiyabû lê êdî Îraq serbilind e û dest bi pêşveçûnê kiriye.”

Mehmûd Meşhedanî derbarê vê dewra parlamentoyê got, “Ev dewra parlamentoyê ya herî xirab e, sala yekem bi nakokiyên di navbera Teyyar û Îtaran de di ser me ve çû. Sala duyem nakokiyên di navbera Enbarê de, di nav Enbarê de jî di navbera filan û filan de. Sala sêyem, karê me salekê dirêj kir heta ku me Serokê Parlamentoyê hilbijart û ev sal jî sala hilbijartinan e.”

Serokê Parlamentoya Îraqê li ser midaxeleyên derve û destûrê diyar kir:

“Destûra me dibêje em destwerdanê di kar û barên yên din de nakin û yên din jî nabe destwerdanê di nav kar û barên me de bikin.

Niha deswerdan di kar û barên me de heye, niha Rojhilat destwerdanê di kar û barên me de dike û Bakur destwerdanê di kar û barên me de dike û paşvekişînek jî heye ji herêma Rojava ve. Yanî Îraq, birayên min ên ezîz, Îraq wekî balindeyekê ye bi du baskan ve: Erebtî û Îslam.”

Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî pirsên Dr. Mihemed Îhsan bersivandin:

Dr. Mihemed Îhsan: Germtirîn bixêrhatinê lê te dikim doktor.

Amadebûyên birêz, bi dilxweşiyê ve bixêrhatina we dikim. Di vê panelê de em dê bi hev re guftûgoyan li ser paşeroja Îraqê di bin siya guherînên heyî de bikin. Hilbijartinên bê yên sala 2025an û aloziyan herêmî ku bandorê li ser rewşa Îraqê bi awayekî neyînî an erênî dikin.

Bi serbilindî îro kesayetiyeke siyasî ya naskirî ya bi dîtinek zelal û dilsozî û dûr ji mucamele bi me re ye, mirovekî ku bi mêrxasî ramanên xwe bêyî dudilî eşkere dike. Ez bawer im ew azatirîn kesê Sunî ye di eşkerekirina ramanên xwe de û di eşkerekirina helwestên xwe de zelal e û natirse.

Ev kesayetî Dr. Mehmûd Meşhedanî Serokê Parlamentoya Îraqê ye û ew bijîşkê ku pîşeya bijîşkî hişt da ku di yek ji qonaxa herî nazik a Îraqê ya piştî 2003yan de têkeve nava kar û barên siyasî.

Dr. Meşhedanî bi helwestên xwe yên dilsoz li hemberî pirsên çarenivîsî yên girêdayî Îraqê bi pileya yekem û, herêmê bi giştî, tê naskirin. Ew di axaftinên xwe de meyilê zimanê dîplomatîk nîne lê ew pê baştir e ku rasterast bûyeran eşkere bike. Her YouTubek a Meşhedanî bombeyeke demî ya navxweyî û derekî ye.

Di navbera salên 2006 û 2008an de posta serokatiya Encûmena Nûneran a Îraqê wergirtiye, ku demekê gelekî alozî hebûn li Îraqê. Ez da ku dem û wextê te û xwe negirim, pêşekiyê dirêjtir nakim.

Me (li Rûdawê) israr kir ku derfetekê zêdetir bidin te, ne tenê gotarek, her çend mafê te ye ku yekemîn axêver bî da ku ramanên xwe bi awayekî baştir û hûrtir derbibî.

Mijara yekem, doktorê birêz, dahatûya Îraqê ye di bin ronahiya pirsgirêkên niha de. Tu dizanî herêm di guherîn û erdhejan gelekî bihêz re derbas dibe, rêça siyasî ya Îraqê di bin siya guherînên navxweyî û herêmî de çawa dibînî? Sê pirsên min di mijara yekem de hene û derfetê didim te ku bi vekirî bersiva wan bidî: Girîngtirîn pirsgirêkên ku îro li hemberî serweriya dewleta Îraqê radiwestin çi ne û çawa dikarin bên derbaskirin? Gelek pirsgirêkên me hene, gelo em di asta berpirsiyariya rûbirûbûna van pirsgirêkan de ne, bi taybetî li parlamentoyê, her wiha di hikûmetê de jî? Girîngtirîn çaksaziyên ku destûra Îraqê hewceyî wan e ji bo bidestxistina ewlehiya siyasî û civakî li welatî çi ne?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Bi navê Xwedayê dilovan û mihriban. Birêz Serokê xoşewîst Serokkomarê Îraqê. Birayê hêja Serokê Herêma Kurdistanê. Birayên amadebûyî yên birêz di hemû payan de. Silav li we be. Pirseke berfireh e, bi vî awayî kurt dikim: Niha pirsgirêka bingehîn a Îraqê ew e ku hîn ji bandorên wan bûyeran dernebûye ku sala 2003yan di dema dagirkeriya Amerîkayê ya Îraqê de qewimîn.

Wekî koçkirî mamê me yê mezin Mam Celal di yek ji danişînên xwe de ku em di van rojan de hewcedarê wan in, ji me re got rêkeftinê ew bû ku rejîm bê rûxandin û dewlet radestî mixafeletê bê kirin da ku demokrasiyeke rast bê avakirin.

Ew tiştê ku qewimî ew bû ku wan dewlet û rejîm bi hev re nehiştin. Dagirker wekî yek ji şêxan fetwa da dema ku jê re gotin serê gayekî ketiye nav kûzekî, em çawa serê ga ji kûz derxin? Wî jî got, serê ga bibirin, serê ga jê kirin lê dîsa di kûzê de ma, êdî got kûz bişkînin, kûz şikandin û bi vî awayî kûz û ga neman, ev e ya ku qewimî.

Piştî wê kar radestî opozîsyonê kirin û, wek diyar e opozîsyon…

Dr. Mihemed Îhsan: Tu jî yek ji opozîsyonê bûyî.

Mehmûd Meşhedanî: Belê, ez derhênerê zîndanan im, beriya dagirkeriyê ji zîndan derketim…

Dr. Mihemed Îhsan: Derhênerê zîndan ji ber sedema siyasî?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Belê, ji aliyê rejîma berê ve hatim zîndankirin, Amerîkiyan jî ez zîndan kirim û aliyekî din jî ez zîndan kirim ku ez naxwazim navê wan bînim.

Ev pirsgirêk çi ye? Pirsgirêk ew e ku dewlet bi temamî hat rûxandin, artêş û hwd.

Dr. Mihemed Îhsan: Ez behsa guherînên niha dikim, dîrokê em hemû dizanin…

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Belê, ji bo ku em bizanin niha çi ye. Niha…

Dr. Mihemed Îhsan: Bi aloziyên herêmî û navneteweyî re dê rewş ber bi çi ve biçe? Gelo em di qonaxeke metirsîdar de dijîn?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Rast e. Ev ramanak e ku em dixwazin sedemên paşmayîna me ya di warê pêşketinê de ji bo birayên amadebûyî zelal bikin. Em di pêşketinê de paş de man, ji ber ku me dewleteke dagirkirî û wêranbûyî wergirt. Dewletek ku avakirina wê 80 salî kişand. Di çavgirtinekê de hat rûxandin û wêraneya wê radestî me kirin û ji 2003yan ve dest bi avakirina vê wêraneyê kir.

Me bi destûrê dest pê kir û destûr gelekî baş bû û destûr û zêdetirî ji sedî 95ê wê gelekî baş bû, her çi qasî li vir û wir hin têbinî hene. Niha, piştî vê rûxandina dewletê, em bi tenê nehatin hiştin û destûr nedan me ku em dubare Îraqê ava bikin, belkî deriyê dojehê li ber me hat vekirin.

Bexdayê carinan 20 an jî 30 teqîn didîtin, ti paytexteke cîhanê bi rastî nikare li hemberî teroreke plansazkirî û rêxistinî weha ji hemû cîranên xwe ve, ji dûr û nêz ve, mebestên me ne cîranên diyarkirî ne, xwe bigire. Heta ku di 2010an de bêhnvedanek ji me re çêbû, ev jî salek an sal û nîvekê berdewam bû û nexweşiya teror û DAIŞê dest pê kir û deriyê dojeheke din li ser me vekir û bi ketina hemû herêmên rojavayê bi dawî bû. Pişt re me dest bi pêvajoya rizgarkirinê ji vê dagirkeriyê kir heta ku me dawî lê anî, berî çend? Berî du salan.

Di van du salên borî de me hewl da ku em vê wêneyê geş ê vê Îraqa xweşik a pirol û pirreng bijînin û li ser bingeha ku ewlehiya bi cih hewcedarê aboriyeke pêşketî ye û aboriya pêşketî hewcedarê karê bi cih e me dest pê kir û em rastî gelek pirsgirêkan hatin lê niha ez bawer im ku Îraq bi rastî ji aliyê ewlehiyê ve bi cih e û ber bi bicihbûna ji aliyê aboriyê ve diçe û rêbaza bêaliyê li hemberî bûyerên der û dor girtiye pêş, da ku xwe ava bike.

Niha em hewl didin Îraqeke geş ava bikin ku wekî berê ji bo herêmê vegere, roleke sereke hebê û bi vê yekê em dikarin deriyên veberhênana navneteweyî li vî welatî vekin da ku em karibin vê avahiya nû, Îraqa nû ducare ava bikin.

Îraq wekî dewletekê xwedî 1432 madeyên ku dikarive veberhênan û pîşesazî tê de bê kirin ji enerjiyê heta madeyên din e û dewlemendtirîn parêzgeha me jî parêzgeha Enbarê e. Hemû karîna me ya pêşerojê û hemû xezîneya me û hemû aboriya me ya pêşerojê girêdayî ya di bin erdê de ye, li gel pêşvebirina çandinî û pîşesaziyê ku hatine rawestandin.

Balkêş e ku duyemîn dewlemendtirîn parêzgeh li Îraqê Semawa ye…

Dr. Mihemed Îhsan: Ji ber ku sê kargehên çîmentoyê tê de ne…

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Çar sed û hinek madde di bin erdê de ne. Anku Îraq, wekî gencîneyeke enerjiyê, cîhan bi temamî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Ewropa û yên din, ji bo ku sûd ji vê enerjiyê wergirin, tekez li ser wê yekê dikin ku aram bimîne.

Her ji ber vê yekê tiştê li derdora wê diqewime ti metirsiyê li ser Îraqê çênake.

Dr. Mihemed Îhsan: Bi ya te ev şiyanên ku hene, ev pisporiyên ku hene, bi awayekî rast ji aliyê hikûmetê ve hatine bikaranîn. Îro, mezintirîn rêxistina Îraqî li derveyî welêt e, baştirîn mejiyên Îraqî li derveyî welêt in, li nav Îraqê nînin, li kû ne? We sûd ji wan wergirtiye?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Hûn dizanin çi hat serê jêhatiyan. Prensîba sereke ew e ku dewlet pêwîstiya wê bi şarezayan heye ji bo ku xwe ava bike û partî pêwîstiya wan bi dilsoziyê (wela) heye ji bo ku li desthilatê berdewam bin. Rast e?

Dr. Mihemed Îhsan: Rast e.

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Eger ev hevkêşeya di navbera dilsozî, di navbera dilsozî û şarezayiyê de berdewam be û dilsozî li ser şarezayiyê zal be, avakirina dewletê gelek bi paş dikeve, belkî ji bo çendîn sedsalan û dibe ku ev dewlet her ava nebe, bi taybetî ku dilsozî di naverokê xwe de gendeliya îdarî û siyasî û darayî pê re ye, bi vî awayî em niha dest pê kir, xala sereke ew e dema mirovek ji bo her postekê tê hilbijartin, ji birêveberê giştî ber bi jorê di postên girîng de, divê ji heman saziyê be û rabirdûyeke baş hebe û şarezayiyeke rêzkirî hebe.

Ev tê wê wateyê ku em ji wê haydar bûn ku avakirina dewletê pêwîstiya wê bi van şarezayan heye û divê em wan bigirin û divê em rê li pêşiya hemû wan şarezayan vekin ku koç kiriye ji bo vegerandina wan a Îraqê.

 

Dr. Mihemed Îhsan: Doktor, îro mijara gendeliyê yek ji mijarên hestiyar e li vî welatî. Çawa dikare çavdêriya parlamentoyê li ser karê hikûmetê bê xurtkirin ji bo dilniyabûna şefafiyetê û lêpirsînê di maweya te yan jî di wê maweyê de ku tu serokê parlamentoyê yî? Gelo yasayên nû di vî warî de dê derkevin an na?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Mixabin, derdê gendeliyê di demekê de, bi taybetî di rojên hilweşîna ewlehiyê de bû diyardeyeke civakî.

Bi hikûmeta birêz Sûdanî re, ev diyardeya civakî kêm bû. Em li parlamentoyê, ez bi xwe, ev zelalkiriyek e ya biçûk, ev dewra parlamentoyê ya herî xerab e, sala yekem bi dijminatiya di navbera Teyar û Îtarê de boriye. Sala duyem dijminatî di nav Enbarê de, di nav Enbar de jî di navbera filan û filan de. Sala sêyem, kar salek ajot heta ku me serokê parlamentoyê hilbijart û ev sal jî sala hilbijartinê ye.

Tevî vê yekê jî ez bi israr im ku sê komîteyan çalak bikim, komîteya yasayî ji bo ku em di kar li ser yasayan de berdewam bin û komîteya destpakiyê ji bo ku em hinek aliyên gendeliyê bisekinînin û min daxwaza raporeke berfireh kiriye û ew rapor bi hemû hûrgiliyan dê bigihêje min û çalakkirina komîteya darayî, ji ber ku komîteya darayî ji bo me gelekî girîng e û giyanê welatîbûn û giyanê biratiyê û giyanê evînê belav bikin, heta radeyekê ji alîgirî û xwexapandinê di çarçoveya tayîfegerî û nijadî de dûr bikevin, ji bo ku em bi giyanê yasa kar bikin ku çareseriya herî baş e, her wekî Birêz Serokwezîr amaje pê kir ku dema qeyrana siyasî di navbera Bexda û Hewlêrê yan di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de dibe pirsgirêkeke yasayî çareserkirina wê hêsan dibe lê eger di çarçoveya siyasetê de bimîne, we dît ku pirsgirêk çawa bûn.

Em li parlamentoya Îraqê nûnertiya welatiyî dikin. Parlamento heta niha yek ode ye û odeya duyem nehatiye avakirin, ku Encumena Federal e û nûnertiya niştiman dike. Wê demê me dikarîbû xwe ji gelek pirsgirêkan dûr bixin, lê mixabin Encumena Federal bi paş ket.

Dema parlamento nûnertiya welatiyî dike, anku em berevaniyê ji her welatiyekî Îraqî li seranserê Îraqê dikin, ji ber vê helwesta me li gel wê yekê bû ku meaşê birayên me li Kurdistanê nexin nav dijminatiya siyasî.

Ew welatiyekî Îraqî ye divê bê yek û du meaşa xwe wergire û eger pirsgirêk di navbera her du hikûmetan de heye tê çareserkirin û destûr û yasayên me hene.

Dr. Mihemed Îhsan: Encamên dawî yên serjimêriyê piştrast dikin ku rêjeya niştevanên Kurdistanê ji sedî 15 e, berevajî gotinên berê yên Bexdayê, ev jî bê hesibandinê deverên nîqaşê ne. Ez û tu em li ser vê dosyeyê xebitîn, ez hêvî dikim ku tu li ser vê xalê bisekînî, ev nîqaşên ku behsa amarê dikirin, sê parêzgehên Kurdan hene û rêjeya niştevanên wan ji sedî 15ê niştevanên Îraqê ye bêyî deverên nîqaşê, da ku di budceyên paşerojê de yan di paşerojê de ev kar pê were kirin û…

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Serjimêrî pir dereng ket. Niha ku serjimêrî hatiye kirin, ev bûye qanûn û nayê binpêkirin.

Dr. Mihemed Îhsan: Ji bo ku ez te ji parlamentoyê dûr bixim û dîtineke paşerojê ji bo herêmê nîşan bidim. Herêm di guherînên pir xurt re derbas dibe û Îraq jî dê beşek ji van guherînên niha be. Ez bawer nakim ku em li Îraqê dûrî erdhej an bahozên niha bin. Tu bawer dikî ku ev nakokiyên heyî, eger bi awayekî birêkûpêk di navbera pêkhateyan û birêvebirina dewletê de çareser nebin, dê rewşa siyasî li Îraqê aloztir bikin? Wekî Doktor Meşhedanî ne wek Serokê Parlamentoyê…

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Pirsê ducare bike.

Dr. Mihemed Îhsan: Ez dibêjim guherînên herêmê. Tu dixwazî ez pirsê ducare bikim da ku tu tê bigihêjî yan li ser bifikirî, yan tu dixwazî ez bi vekirî bersivê bidim? Gelo guherîn di hundirê sîstema siyasî de bêyî nakokî û bêyî ku aramiya welatê bixe metirsiyê pêk tên yan na? Guherîn li herêmê pir in, fikra Dr. Meşhedanî çi ye?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Dûrî guherînan. Îraq sîstemeke demokratîk e, ev ji bo min ecêb e. Mekanîzmayên demokrasiyê hene. Tenê ew qasî hewce ye ku em mekanîzmayên demokrasiyê dûrî sextekarî û gendeliyê di hilbijartinan û hwd. de saz bikin.

Tiştekî din di destê me de nîne ji bilî ku em bi aramî bimînin. Madem sîstemeke me ya demokratîk heye, pêşbirkeyek e ku ji radestkinna aştiyane ya desthilatê pêk tê û yê ku mafê wî heye bi hilbijartinê werdigire û em bi aramî ne lê tiştê ku li derdora me diqewime tiştekî din e.

Me berê Korona derbas kir û bi zindîtî ji Koronayê derketin, Îraq wekî kesekî ye ku tûşî Koronayê bûbe, yê ku ji Koronayê rizgar bûye berxwedana wî berdewam û baş e, yê ku berxwedan jî nebe mir. Koronaya wan niha dest pê kiriye.

Em sala 2003yan tê re derbas bûn û Xwedê yar be me derbas kir. Xwedê yar be Îraq dê bi aramî bimîne, wekî welatekî demokratîk ê federalî yê dilxwazî û ez ducare li ser dilxwazî disekînim. Xaleke gelekî girîng, hin birayên me tê nagihîjin, sîstema me ya federalî dilxwazî ye, bi wê wateyê ku me bi xwe hilbijartiye ku em bi hev re bin û kes neçar nekiriye û heke ez te neçar bikim bi min re bî tu her nerehet dibî, tu hewl didî ji vê neçarkirinê heta ku tu karibî xwe rizgar bikî lê ev hilbijartin e, yanî hate xwestin û pêwîst e ku em bi hev re ava bikin, dema ez tême Hewlêrê û pêşketinê dibînim, ez dilgeş dibim ji ber ku ev cihê min e, ev welatê min e, ev beşek e ji Îraqê û her wiha dema ez diçim Besrayê, yan diçim Kerbelayê, yan Enbarê û hwd.

Wisa ye ku niha Îraq bi aramî ye û dê aramtir jî bibe û zêdetir geş bibe, ji ber ku ewlehî bi aramî ye, ji aliyê aborî ve geş dibe ji ber ku gencîneya enerjiyê ye û pêwist e ku em ji bo nifşên paşerojê veberhênana herî baş di vê enerjiyê de bikin û niha em dest bi geşbûna çandinî û pîşesaziyê dikin.

Dr. Mihemed Îhsan: Ma hûn bawer dikin ku hikûmet amade ye di vê astê de be ku hemû tişt û şiyanên heyî û çavkaniyên Îraqê di veberhênanên rast de bi kar bîne? An em dê vegerin ser pişkpişkînê, gendelî û çîrokên kevin ên ku ji 2003yan heta îro me derbas kirine?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Ez bawer dikim ku tenduristî bi pilebendiyan e. Başbûn gav bi gav tê. Me ji du salan ve aramiya ewlehiyê dest pê kiriye û dem pêwîst e heta ku em ji aliyê aborî ve bi cih bibin an jî pêş de biçin. Bi ya min, paşeroj di hilbijartinên bê de ye, heke em karibin vê aramî û seqamgîriyê bidomînin û vê arasteyê ber bi bikaranîna şiyan û jêhatîbûnên me û pêşdebirina çandinî û pîşesaziyê ve bibin. Ez bawer dikim ev rêya rast e ji bo her hikûmeteke din û em dê vê di bernameya xwe ya bê de datînin.

Dr. Mihemed Îhsan: Ma hûn bawer dikin ku di hilbijartinên bê de, rewş dê biguhere, yan em dê di heman rewşê de bimînin? Li ser yasaya nû yan heman yasaya ku niha em pê kar dikin?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Yekem, yasaya nû heta niha ronahî nedîtiye. Yasaya nû negihiştiye cem me.

Dr. Mihemed Îhsan: Lê li pişt perdeyan gotûbêj li ser tê kirin…

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Rast e, li pişt perdeyan hene lê ew pişt perdeyên heta niha cuda ne. Hinek ji wan yasaya kevin dixwazin û hejmara wan jî ne kêm e.

Dr. Mihemed Îhsan: Bi dîtina we kîjan yasa dê were pejirandin? Ji ber ku hûn Serokê Parlamentoyê ne û hûn dikarin bi têkiliyên xwe bi Hevpeymana Şîe û têkiliyên xwe bi Kurdan re, arasteyê ji qonaxekê biguherin bo xaleke diyarkirî, ango roleke we heye?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Ez bawer dikim ku çareseriya herî baş xalek e di navbera her du xalan de. Em hewl bidin ku hemû ramanên kes kom bikin û xwarinekê amade bikin. Ev xwarin ne hemû ji bo te ye û ne jî hemû ji bo min e.

Dr. Mihemed Îhsan: Ma ew keliyaye ye hîn jî?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Hîn jî.

Dr. Mihemed Îhsan: Guherînên dawî!

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Hîn jî, bi nêzîkî.

Dr. Mihemed Îhsan: Ji ber ku em li Kurdistanê dibêjin “ser û pê li ser mûmê dikelînin”.

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Niha em tiştên bingehîn amade dikin. Hîn me ew nexistine nav mencelê. Dema ku em dê wê têxin nav mencelê, em dê dest bi çêkirina xwarinê bikin. Niha seretan e. Ez bawer dikim ku nerîna Rêça Sedr gelekî girîng e û heta niha me ew wernegirtiye.

Nerîna Rêça Sedr pir girîng e, çi ew beşdarî hilbijartinan bibin an nebin.

Dr. Mihemed Îhsan: Ji ber ku ew bûn ku yasaya berê guherandin…

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Çi ew beşdarî bikin an jî nekin, pêwîst e em nêrîna wan wergirin û hûn sedeman dizanin.

Dr. Mihemed Îhsan: Ma têkiliyên we yên baş jî bi Sedriyên hene?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Bê guman. Bi rastî, têkiliyên min bi hemûyan re baş in. Cara yekem e ku em dikarin Ereb, Kurd, Sunî û Şîe li ser kesayetiyekê kom bikin ku parlamentoyê di rewşeke pir dijwar û di dawiya xulekê de ya pir xirab û xerab de bi rê ve bibe lê razîkirina hemûyan bi tiştekî, wekî nimûne ew sê yasa, min nerîna xwe sepand, ji ber ku divê ez hemûyan razî bikim.

Dr. Mihemed Îhsan: Di vê mijarê de piştî biryara Dadgeha Federal çarenivîsa van her sê yasayan dê çi be?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Min hemû pisporiya xwe di vê mijarê de bi kar anî, min hemû bi kar anî, hemû nerîna min a li ser Îraqê, hemû hezkirina min ji bo gelê Îraqê û hemû hêza xwe ji bo razîkirina her kesî bi kar anî. Ev zehmet e lê min ev kir: Divê em peyrew nehêlin bê binpêkirin, nabe ku peyrew bê binpêkirin. Ji ber vê yekê min yasa yek bi yek bi awayê cuda anîn, min deng li ser hemû xalan da, xal bi xal bi awayê cuda. Em gihiştin sedemên derxistina wan ku ne beşên yasayan in. Me rawestand. Me dest bi ya duyemîn kir û me rawestand. Me dest bi ya sêyemîn kir û me rawestand. Piştî wê em gihiştin biryara dawî.

Dr. Mihemed Îhsan: Ew alî kî ne ku li gel Dadgeha Federal kar kir da li dijî biryarên Sebeteya Yekgirtî protestoyê bikin? Kî ne?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Ew kes in ku naxwazin deng bidin bo pejirandina peymandana çandiniyê û efûya giştî.

Dr. Mihemed Îhsan: Lê belê yasaya peymandana çandiniyê, me yasaya bi hejmar 29an a salên 2006 û 2007an pêşkêş kir û di du yan sê dewrên serokatiya komarê de hebû, min ew amade kir.

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Peymandana çandiniyê ji hikûmetê ji me re hatin. Stratejiya min li parlamentoyê ew e ku piştgiriya her tiştî bikim ku ji hikûmetê tê, bi tenê heke binpêkirina yasayeke berê be yan jî ziyanê bide qatekê ji qatên civakê an jî li dijî destûrê be. Daxwaza hikûmetê, dema daxwazekê ji bo parlamentoyê dişîne, tê wê wateyê ku pêdivî pê heye û divê ez karên wê hêsan bikim da ku berhema wê hebe.

Dr. Mihemed Îhsan: Dilxweşkirin û rakirina neheqiyê, rakirina bêdadiyeke ku ji bo çend dehsalan li ser gelekî hatiye sepandin. Betalkirina peymandana çandiniyê beşeke girîng bû ji vê yekê. Herçend ev ne mijara me ye. Bila di dîmeneke mezintir de ji te re behs bikim û te ji qozaxeya peymanan û parlamentoyê derînim. Li welatê me, ji nerîna min ve guhertin berdewam dibin û dê her hebin. Gelo bi dîtina te, di navbera guherîna niştimanî, destêwerdana derve, guherîna hikûmetê, an pêdiviyên gel, di demên paşerojê de bicihkirina kîjan rêbazê li Îraqê nêzîktir e? Ji ber ku guherîn hene, cezayên Amerîkayê li bendê ne, nakokiyên navenda welat li herêmê hene, derketina hêzên herêmî yên mezin li herêmê heye, ji aliyê ewlehiyê ve rewşa Sûriyeyê ne aram e – birayan ew wek “rewşa lerizî” bi nav kir lê ez dibêjim na, ev xelekeke demkî ye û bi piştgiriya me re dê were avakirin. Ji nerîna min a kesane, ez hêvî dikim ku aram bimîne. Hemû ev tişt dê bandorê li herêmê bikin. Bi dîtina te dê çi biqewime? Guherîna niştimanî, destêwerdana derve, guherîna hikûmetê, daxwazkirina pêdiviyên gel, niha ji bo rola Îraqê, bi nerîna te, kîjan rêbaz nêzîktir e?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Pêşî, em pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin. Bingehek heye ku yekitî beriya çareserkirina dosyeyan e. Her dosyeyek metirsîdar e? Bi yekitiyê li hemberî bisekine. Dawî li pirsgirêkên xwe yên navxweyî bîne. Bandora derve kêm bike. Rê nede ku cîran xwe li ser te bispînin. Xelkê ber bi xwe ve bikişîne lê bi destkeftinê. Bêyî destkeftinan tu nikarî gel bi dest bixî. Yê ku li gelê xwe xwedî derdikeve… yê ku li yên din xwedî derdikeve tazî ye.

Ji ber vê yekê ev yekgirtina navxweyî ya ku niha heye dê di hilbijartinên bê de were ceribandin, ceribandineke gelekî zehmet. An em dê wekî Îraqê bi hev re bimînin û guh nedin ti ramanên ji der ve ku bi zorê li me tên kirin, tenê eger berjewendiyên Îraqê tê de bin û pêwendiyên me bi hemû aktorên siyasî yên cîhanê re aramî û hevseng bin: Pêwendiyên aram bi Ewropayê re, pêwendiyên aram bi welatên cîran re, pêwendiyên aram bi Ereban re, pêwendiyên aram bi mezintirîn dewleta cîhanê re, Amerîka, ku aktorê sereke ye di tiştên ku niha li cîhanê diqewimin de.

Divê pêwendiyên me aram bin. Bêyî van pêwendiyên aram û neserhildayî, tu nikarî bizivirî hundir û avakirinê bikî. Beşek ji hewldanan dê bigihêje bandorên derve.

Tiştê ku li herêmê diqewime jinûvekişandina nexşeya Rojhilata Navîn e. Ji bo me, ji bo Îraqê, nexşeya me hatiye kişandin. Nexşeya Îraqê hatiye kişandin û kar qediyaye, pirsgirêka me nîne. Tenê divê em çêtir tevbigerin bi tiştên ku li dora me diqewimin.

Ev qencî ev e ku destûra me dibêje ku em destê xwe naxin karên kesên din û yên din jî nabê destê xwe bixin karên me. Niha destwerdan di karên me de heye, niha Rojhilat destê xwe dixe karên me û Bakur destê xwe dixe karên me û paşvekişiyek ji aliyê Rojava ve heye. Yanî Îraq, birayên min ên ezîz, Îraq wekî balindeyekî ye bi du baskên xwe ve: Erebtî û Îslam. Li Îraqê em Misilman hene, neteweyên curbicur hene…

Dr. Mihemed Îhsan: Lê em Kurd li kû derê ne?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Erdnîgarî me digihîne hev, welatîbûn, ol û mezheb me digihînin hev.

Dr. Mihemed Îhsan: Lê em Kurd li kû derê ne? Em Kurd hene ku ne Misilman in û em ne Ereb in jî.

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Îraq di rewşeke erdnîgarî de ye, cîranekî me yê erdnîgarî yê Şîe-Îslamî heye, cîranekî me yê erdnîgarî yê Şîe-Sune-Îslamî heye, cîranekî me yê Ereb heye. Eger yek ji baskên balindeyê xera be, balinde nikare rast bifire, ne wisa?

Ji ber vê, eger di demekê de tu tenê berê xwe bidî aliyekî, tu dê ji aliyên din bê par bimînî. Bi taybetî dema ku veberhênan ji wî alî be? Kendav, welatên Ereb, Siûdî û hwd. Ev xwedî şiyanên veberhênanê ne û em hewcedarê vê veberhênanê ne li Herêma Kurdistanê û li parêzgehên din. Yanî çawa dibe ku pêwendiyên me bi wan re ne baş bin, dema ku em bawer in ku avakirina Îraqê bi veberhênanê pêk tê.”

Dr. Mihemmed Îhsan: Çi tiştên din hene ku tu dixwazî ragehînî, beriya ez kurteya suhbetê pêşkêş bikim?

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Baş e, ez tenê dixwazim amaje bi vê yekê bikim ku ew plana ku anîn Îraqê, ji bo parçekirina Îraqê bû û di rewşeke gelekî girîng de bêhaybûn, ew jî ev bû ku Îraq di bingehê de H2O ye. Di bingehê de hemû eşîrên Kurd û eşîrên Ereban hemû H2O ne, nexwe çawa H2O ji hev cuda dibe? Jihevveqetîn nabe, di encamê de niha rastî pirsgirêkekê hatine, ku parçekirina Îraqê ji aliyê erdnîgarî ve pêwîstî bi bidawîanîna avahiya civakî heye. Dabeşkirina avahiya civakî jî tenê bi Sunî û Şîe, bi taîfegeriyê dibe, pişt re taîfegerî bi ser me de sepandin û derket holê ku ev eşîr di bingehê de ji aliyê taîfî ve hatin dabeşkirin, yanî di hemû eşîrên Îraqê de Sunî û Şîe hene û di encamê de me parastina vê yekê kir. Xala duyem, me bi rastî pêwîstî bi lênêrîneke nû heye ji bo sîstema xwe û şaşitiyên xwe yên di van 20 salan de û me karîbû di wê lihevhatina dîrokî de ku min bi xwe pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir da ku pêşkêşî Konseya Ewlehiyê bike û biryarê li ser bide. Kurteya vê lihevhatinê ku amadekirinan wê li navendên lêkolînê û hwd du salan domand, em gihîştin encamê, bersiva pirsekê, dema ku ew şeş parêzgeh ketin, pirsek çêbû: Çima vê rû da? Me bersiv da: Taîfegerî û hwd.

Pirsa din çêbû: Piştî vê çi? Ew Îraqa ku piştî DAÎŞê em dixwazin çi ye, da ku DAIŞ careke din venegerê û ew tişt ducare nebin? Bi kurtebirî me bersiv da ku Îraq dê aram nebe heta ku ji dewleta pêkhateyan neguhere bo dewleta welatîbûnê ku tê de welatî yekeya bingehîn be û jêhatinbûn pîver be, yekeya pîvanê be. Ji bo ku Îraq ji bo her dem bibe cihekî aram, divê em kar ji bo bicihkirina vê dirûşma mezin bikin.

Bi ya min niha em li ser naveroka vê yekê kar dikin. Niha, tevahiya gelê Îraqê rik ji vê yekê heye, ev taîfegeriya naxwaze û ev kêşmekêşa naxwaze. Niha, ji bo ku em bi temamî aram bin, ev xala yekê ye: Heta ku em ji partiya îdeolojîk, bi her navekî be, nebin partiyeke xizmetguzarî ku pêşbaziyê li ser rêjeya wê xweşguzariyê dikin ku dikarin ji bo welatî zêde bikin û, pêşbirkê li ser xweşguzeraniya welatî be ne li ser parastina mezheb û parastina pêkhate û mafan û hwd. Ji bo ku em bibin dewleta welatîbûnê, divê hemû pêkhate mafên xwe girtibin û ev hîn jî pêk nehatiye.

Dr. Mihemmed Îhsan: Bi rastî, li ser bingeha vê ramanê û fikrê ya ku min ji te bihîst û bi piştevaniya serboriya min a berî sala 2000î di salên nodî de. Ez hêvîdar im ku hûn li parlamentoyê, ji bo çareserkirin gelek ji pirsgirêkan, sûdê ji kesayetiya Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên esîl ên Îraqî wergirin. Eger tişt bibin û niha çareser nebin, bawerî bike paşeroj dê xirabtir be. Yên ku li dû we tên dê xirabtir bin û fêmkirina wan ji bo Îraqê tune. Ez hêvîdar im hûn sûdê ji kesayetiya Serokê Herêma Kurdistanê werbirin û ez mucameleyê nakim û ew dizane ku ez di jiyana xwe de mucameleya kesî nakim lê ji bo ku sûdê ji van aliyên wergirin, ji bo ku alîkariyeke xurt ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêrê li gel Bexdayê bi dest bixin, ji ber ku bi rastî tiştê ku Bexda dike dirêj bûye û gelek hejmar û rastî derketin ew ne ew in ku hin ji birayan li Bexdayê bangêşeya wan dikin, ev jî ji bo ku ez zêde eşkere bim ji ber ku tu serokê parlamentoyê yî. Ez niha rojnameger im, ez lêkoler im, ez dixwînim û lêkolîna min heye û ez diaxivim.

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Her carê ku Birêz Serokê Herêma Kurdistanê yê ezîz û her wiha xweşik jî hatiye Bexdayê tenê ew tişt dîtiye ku kêfxweş kiriye, ji ber vê yekê ez her tim daxwaz dikim ku ev pêwendî berdewam bike.

Em yek pêkhate ne, dema krizek çêdibe, ez di medyayê de behsa wê nakim û bi rêya van malperan wê gur nakim. Ez rasterast diçim ser pirsgirêkê. Serokwezîr tê Hewlêrê, yan jî birêz Serokê Kurdistanê, Serokê Herêmê tê Bexdayê. Ew li welatê xwe ye û pêşwazî lê tê kirin û di encamê de çareserî hêsantir dibe.

Dr. Mihemed Îhsan: Mebesta min sûdwergirtin e ji boçûn û niyazan.

Dr. Mehmûd Meşhedanî: Mebesta min ew e ku valahî çênebe. Dema pirsgirêkek hebe, divê ez rasterast bikevim navê û çareser bikim. Dema dirêj dikişîne, dibe diyardeyeke dirêjxayen û çareserkirina wê zehmet dibe.

Dr. Mihemed Îhsan: Spas, hezar spas doktor, spas ji bo ronkirinên te û spas ji bo niyeta te ya rastgo. Ji ber ku ez deriyê pirsyaran venakim çimkî êdî pêwîstiya me bi pirsyaran nema. Di cihê axaftina serokê parlamentoyê de û ji bo kurtkirina demê, dîsa spas.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *