Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:
Di derbarê banga Ocalanî de hinek nêrînên me!
Ji şîdet û şerê ku zerarê dide gelê me re ‘na’; ji mafên kollektîf yên neteweyî, demokratîk û kulturî yên miletê Kurd re ‘erê’!
Rojhilata Navîn di pêvajoyeke gelekî metirsîdar û hestîyar de derbas dibe. Di vê pêvajoya ne stabîl de, Kurdistan weke welat û kurd jî weke milet cihekî gelekî girîng digrin. Ev guherîn û bûyerên ku rû didin, dewletên dagirker yên Kurdistanê xistine nav tirs, tatolek û xofeke mezin û ji bo statukoya heye neyê guherandin çi ji destên wan tê texsîr nakin.
Ev rewşa heyî dikare xeterî û metirsîyên mezin jî, lê herweha kês û firsendên dîrokî jî ji bo miletê kurd û kurdistanîyan bîne.
Di vê pêvajoya taybet û hestîyar de, bi însîyatîfa dewletê û bi “berdevkîya” Dewlet Bahçelî, rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan, bêyî qeyd û şerd, banga çekdanîn û fesixkirinê li PKKyê kir. Banga Abdullah Ocalan, bi gelek alîyên xwe yên erênî û neyênî ve tesîreke mezin li ser raya giştî ya kurdên her çar perçeyên Kurdistanê, dîasporayê û gelên Tirkîyeyê dike. Lê belê, ji ber ku naverok û şêweyê bangê di nava xwe de gelek pirsgirêkan dihewîne, weha dîyar e ku gotûbêj û nirxandinên di vî warî de, dê berdewam bikin.
Em dawîlêanîna şerê çekdarî yê ku zerarê dide gelê me erênî dibînin
Ji ber ku banga Ocalanî, dawî li şerê çekdarî yê ku zerarê dide gelê me tîne, em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), banga Ocalanî ya ku dibêje “bila PKK çekan deyne” erênî dibînin.
Me weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê, gelek caran dîyar kirîye ku li Bakurê Kurdistanê zemîna şerê çekdarî nemaye û çalakîyên çekdarî yên PKKyê zerarê didin doza gelê me.
Herweha aşkereye ku bi vê tesbîta Ocalanî ku dibêje “Netewedewletên cuda, federasyon, xweserîya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestîya tund in, nikarin ji sosyolojiya dîrokî re bibin bersiv.” û bi sîyaseta ku dor û bera PKKyê bi salan e bi gotara ‘’Cimhûrîyeta Demokratîk, Welatê Hevbeş, Netewa Demokratîk’’ dimeşîne, tu sebep tuneye ku şerê çekdarî bê meşandin.
Çalakîyên çekdarî yên PKKyê yên li Başûrê Kurdistanê jî, zerarê dide destkeftiyên federalî, dide gelê me û rê ji êrîş û dagrikerîya Dewleta Tirkîyeyê re xweş dikin.
Hebûn û kiryarên PKKyê yên li Rojavayê Kurdistanê, rê ji êrîş û dagirkerîya Dewleta Tirkîeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê xweş dike, zerar û ziyanek mezin û piralî dighînê xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê. Ji ber vê rastîyê jî rawestandina şer û çekdanîna PKKyê, dê di berjewendîya gelê me de be.
Lê, her çiqas heta nuha di vê derbarê de Dewleta Tirkîyeyê tu daxuyanîyên erênî nedabin jî divê Dewleta Tirkîyeyê jî dawî li hemû operasyonên xwe yên leşkerî yên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bîne.
Dawîlêanîna operasyonên leşkerî û van çalakîyên çekdarî yên ku zerarê dide gelê me, ji bo bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd dê rê ji amûr, rêbaz, xebat û têkoşînên sivîl, demokratîk û sîyasî re veke. Lê aşkereye ku bidawîanîna şerê çekdarî nayê wê maneyê ku dê milet Kurd dawî li xebat û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê û ji bo bidestxistina mafên milî û demokratîk bîne. Berevajîyê wê têkoşîna me ya milî û demokratîk dê bi amûr, rê, rêbaz, xebatên sîyasî, sivîl û demokratîk her berdewam bike. Têkoşîna bi amûr, rêbaz û xebatên sîyasî, sivîl û demokratîk, dê destên kurdên her çar perçeyên Kurdistanê jî xurtir bike. Her weha ev dê hem di berjewendîya gelê Kurd, hem jî gelê Tirk de be.
Partîya me, li gorî şerdan, her cûre rê û rêbazên meşrû yên têkoşînê ji xwe re esas digre û tevgerandina li gorî berjewendîyên neteweyî, weke berpirsiyarîyeke neteweyî û dîrokî dizane.
Bûgûman, çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê ya li Bakur û Başûrê Kurdistanê û rewşa Rojavayê Kurdistanê divê weke du mijarên cuda bêne nirxandin. Bi statuyeke milî, cografî, sîyasî xweîdarekirina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê mafekî rewa ye. Divê ev maf û hemû mafên kollektîf yên neteweyî, demokratîk yên miletê Kurd, di Qanûna Bingehîn ya Sûrîyeyê de bêne misogerkirin. Mijara pêşeroja hêzên çekdar yên Rojavayê Kurdistanê jî divê li gorî bicîhanîna van mafên meşrû yên gelê me bê zelal kirin. Bêyî statuyeke sîyasî, bêyî bidestxistina mafên kollektîf yên siyasî, neteweyî û demokratîk yên miletê Kurd; bêyî hukûmeteke hevbeş ya ku bi hemû pêkahateyên Sûryeyê hatibe avakirin; bêyî ku aramî û ewlehîya civakî hatibe misogerkirin, danîna çekên hêzên kurdên Rojavayê Kurdistanê dê rê ji êrîş, qetlîam û dagirkerîyên nû re veke. Divê kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê li hemberî rîsk û planeke weha hişyar bin.
Netewedewleteke cuda, federasyon, otonomî û mafên kulturî, mafên herî rewa yên miletê Kurd û kurdistanîyan in
Me weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), nerîn û helwestên xwe yên di derbarê birêvebirina “pêvajoya” di nava dewletê û rêberê PKKê Abdulah Ocalanî û di derbarê banga Ocalanî de, bi rêya sosyal medyayê û telewîzyonan bi raya giştî re parve kirîye û em dê di rojên peş de li ser vê mijarê nirxandinên berfirehtir bikin. Lê em nuha dixwazin bi taybetî balê bikşînin ser xalek girîng ku Ocalanî di banga xwe de anîye zimên. Ocalan di banga xwe de dibêje: “Çareserîyên netewedewleta cuda, federasyon, xweserî û çandperest ku encamên bivênevê yên berbibabûna neteweperestîya tûj in, nikarin ji bo sosyolojîya civakî ya dîrokî bibin bersiv’’.
Em bi awakî eşkere diyar dikin ku li gorî şert û mercan, “netewedewleteke cuda, federasyon, otonomî û mafên kulturî” mafên herî rewa yên miletê Kurd û kurdistanîyan in. Banga Ocalanî helbete ku wî girê dide. Lê, mafê tu partîyekê ya jî rêberê partîyekê tuneye ku li ser mafên bingehîn yên miletê Kurd biryarê bide û pêşeroja wî di binê ipotekê xîne. Em nerîn û helwestek weha rast nabînîn. Weke her miletekî li cîhanê, mafê miletê Kurd jî heye ku li welatê xwe bi statuyeke milî, cografî û sîyasî xwe îdare bike; li mafên kollektîf ên ji bo ziman û kultura xwedî derkevin.
Tecrubeyên dîrokî, pêvajoya ku em tê de derbas dibin, statuya federe ya ku li Başûrê Kurdistanê heyî, rewşa fiîlî û daxwaza statuya sîyasî ya li Rojavayê Kurdistanê, nimûneyên weke vana yên li cîhanê, di eslê xwe de, ne Ocalanî, lê têkoşîna meşrû ya milî, demokratîk û kulturî ya miletê Kurd piştrast dikin.
Îro, li gorî mistewaya ku miletê Kurd gihîştîyê û li gorî konjonktura nevneteweyî, heta ku mafên xwe yên milî û demokratîk û statuyeke sîyasî bidest nexe, dê miletê Kurd razî nebe. Ew mafê ku ji bo hemû miletên cîhanê heq be, lê ji bo miletê Kurd wek ‘qebhet’ bê dîtin; li dijî rastîya dîrokê ye.
Herweha em ne di wê qenaetê de ne ku gelê me û potansîyela welatperwer ya ku piştgirîya PKK û DEM Partîyê dikin jî li gel van fikrên Ocalanî bin. Ocalan ne bes mafê statuyeke milî, cografî, sîyasî; herweha ew, mafên kulturî yên miletê Kurd jî red dike. Ev jî bi tena serê xwe trajedîyeke mezin e.
Pirsa Kurd û Kurdistanê pirsa milet û welatekî ye û êdî bûye pirsek Rojhilata Navîn û navneteweyî. Pirsa Kurd û Kurdistanê, pirsa mafê çarenûsîya miletê Kurd e, pirsa mafê statuyeke milî, coğrafî, sîyasî ya li Kurdistanê ye. Ji bo kurdên li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijîn, pirsa mafên ziman, kultur û demokratîk in; li cîhên ku kurd wek nifûs lê zêde ne, pirsa mafê îdareyên herêmî ne. Mixabin siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya heta îro ku li ser bingehê îmha, înkar û asîmîlasyonê meşandîye, her rê li ber çareserîya vê pirsgirêkê girtîye.
Li ser daxwazên acîl yên kurdan, divê Temsîlîyeta Kurdî bê ava kirin
Îro, ji bo rê li ber çareserîya vê pirsa dîrokî, neteweyî, niştimanî û mirovî bê vekirin, divê di guhertinên qismî yên Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê de, weke daxwazên acîl, hebûna miletê Kurd û nasnameya wî, li gel zimanê tirkî mefê fêrmîbûna zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî, azadîya ramanî û rêxistinî bêne bicihkirin û misogerkirin. Divê hemû kesên ku ji ber fikir û xebatên xwe yên sîyasî, sivîl, demokratîk di hefsê de ne bêne azad kirin, divê hemû dozên bi vî rengî ji holê rabin.
Em dibêjin, nabe ku bicîhanîna van mafên bingehîn yên miletê Kurd, bi şerrawestandinê û bi çekdanîna PKKyê ve bêne girêdan. Pirsa kurd û Kurdistanê pirsek neteweyî û dîrokî ye; ne bi PKKyê hatiye holê û ne jî bi çekdanîn û fesixkirina wê ji holê radibe!
Helbet ku di pirsa çekdanînê de dê mixatab PKK be. Lê belê, ji bo çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê, nabe ku ev mesele tenê di navbera Dewleta Tirkîyê û Ocalan, PKK, DEM Partîyê de, bi awayekî veşartî, di çerçoweyeke teng û neşefaf de bê gotûbêjkirin. Divê hemû partîyên sîyasî yên kurdan, dezgehên sivîl yên li Kurdistanê û rûsipîyên civakî yên kurdan li ser daxwazên acîl yên kurdan “Temsîlîyeta Kurdî” ava bikin û ev Temsîlîyeta Kurdî bibe mixatabê Dewleta Tirkîyeyê.
Em weke PWK, di wê bawerîyê de ne ku heta pirsa kurd û Kurdistanê di çarçoweya mafê çarenûsiyê de neyê nirxandin û li ser vî esasî neyê çareser kirin; ne li Tirkîye, Îran, Iraq û Surîyeyê û ne jî li Rojhilata Navîn, li Rojhilata Nêzîk, aştî û aramî dê pêk neyê.
Em bangî Dewleta Tirkîyeyê jî bangî Ocalan, PKK, DEM Partîyê jî dikin ku dev ji vê şêwe û rêbazên şaş berdin; ji bo çareserîyeke rasteqîn, divê herdu alî jî avakirin û mixatabgirtina Temsîlîyeta Kurdî qebûl bikin û ev temsîlyeta hevbeş mixetab bê girtin.
Em bangî gelê xwe dikin ku piştgirîya şerrawestandin û çekdanînê bikin, lê li dijî inkarkirina mafên neteweyî, demokratîk û kulturî yên kolektîf rawestin û li mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî yên kolektîf xwedî derkevin!
10.03.2025
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)