Serokê ENKSyê: Divê Sûriyeya nû pirneteweyî û pirolî be

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl got, “Divê Sûriyeya nû pirneteweyî, pirolî û pirmezhebî be.”

Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl li gel şandeyeke ENKSyê  Metranê Cizîr û Feratê yê Suryaniyan ên Ortodoks Mar Morîs Emsîh ziyaret kir.

ENKSyê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl di hevdîtinê de dîtina siyasî ya ENKSyê ya ji bo paşeroja Sûriyeyê anî zimên.

Wî tekezî li ser pêwîstiya parastina pêkvejiyanê û aştiya civakî ya di navbera pêkhateyên herêmê de kir û amaje pê kir ku pêkhate hevdû temam dikin û pêwîstiya wan bi hev heye.

Mihemed Îsmaîl bal kişand ser dîroka hevbeş a pêkhateyên herêmê û diyar kir ku hinek siyasetan di navbera wan de xemsarî çêkiriye û got, “Em niha hewl didin vê xemsariyê rakin.”

“Rejîmê xêrên herêmên me didizî”

Serokê ENKSyê Îsmaîl Mihemed wiha got:

“Rejîmê xêrên herêmên me didizî û gelên herêmê birçî dihişt û niha her çi qasî hinek tirs li cem xelkê hebin jî em ji paşerojê geşbîn in.”

Mihemed Îsmaîl her wiha bal kişand ser nasnemaya Sûriyeya nû û got:

“Divê Sûriyeya paşerojê sivîl be û pirneteweyî, pirolî û pirmezhebî be û li hemberî hemû olan bêalî be”

“Ti siyasetan nekariye fitneyê di navbera me de biafirîne”

Li aliyê din, Mar Morîs Emsîh amaje bi têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Suryanî û gelê Kurd de kir û tekezî li ser pêwîstiya gihîştina dewleteke sivîl û sekuler kir ku hemû Sûriyeyiyan bi hemû pêkhateyên wan ve li xwe bigire.

Mar Morîs Emsîh go, “Em bi sed salan e wekî bira dijîn û ti siyasetan nekariye fitneyê di navbera me de biafirîne.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *