Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand, civîna li gel PYD erênî bû û di demeke nêzîk de rêkeftin tê ragihadin.
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro li bajarê Hesekeyê yê Rojavayê Kurdistanê civiyan.
Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl piştî civînê di peyameke vîdyoyî de ragihand, îro civîna yekemîn bû bi PYDê re û bi amadebûna şanda Amerîkî û Mezlûm Ebdî bû. Civîn erênî bû, gotûbêjî li ser nerîna siyasî, Kurdî ya hevbeş derbarê Sûriyê hat kirin.
Diyar kir jî, gavên baş ji bo pêkanîna nêrêneke siyasî ya hevbeş ya tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyeyê hatin avêtin û di rojên nêzîk de dê ragihandineke dawî ya rêkeftinê hebe, ji bo bi şandeke kurdî biçin Şamê, ji bo berevaniyê di mafên gelê kurd bike.
Tekez kir jî, “Di civînê de me gelek xal giring derbas kirin û me gelek astengî û zehmetiyên ku hebûn jî derbas kirin. Em bi hêvî ne piştî Cejna Newrozê mizgîniya rêkeftina siyasî ya dawî bidin miletê xwe.
Her di vê derbarê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ragihand, civîna ENKS û PYDê gava yekemîn bû di rêze-hevdîtinan de ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî. (K24)