erokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl radigihîne, “Me kar û amadekariyên baş kirine û em bi hêvî ne ku em bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû partiyên siyasî û pêkhateyên civakî yên Kurdî li ser pirsa Kurdî di hundirê Sûriyeyê de.
Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, îro 26ê Nîsana 2025an, demjimêr 10:00 Konferansa Yekhelwestiya Kurd li bajarê Qamişloyê birêve diçe.
Berî destpêkirina konferansê Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl ji ajansa K24ê re got: “Îro rojeke dîrokî ye ji bo her kurdî ku konferansek ji bo yekrêzî û yekhelwesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê di hundirê bajarê Qamişlo de. Me kar û amadekariyên baş kirine û em bi hêvî ne ku em bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû partiyên siyasî û pêkhateyên civakî yên Kurdî li ser pirsa Kurdî di hundirê Sûriyeyê de.
Mihemed Îsmaîl amaje bi rola Serok Barzanî ji bo gihîştina bi yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Rola Serok Barzanî giring û sereke ye, ku cenabê wî xemxwarê gelê Kurd û doza Kurdî li her cihekî ye, ku cihê bawerî û rêzgirtinê ye li cem miletê Kurd û aliyên herêmî û navdewletî ye.”
Herwiha got: “Destpêxeriya Serok Barzanî, hêzeke xurt e ji bo pêkanîna yekrêzî û hekhelwesta Kurdî. Hebûna Nûnerê Serok Barzanî li vê konferansê jî, peyameke gelekî hêja ye.”
Li ser pirsa pêşeroja Sûriyeyê û egera pêkanîna sîstema federalî û nanevendiyê de jî Serokê ENKSê got: “Emê nêrîna xwe bikin yek û bi şandeke hevbeş li Şamê danûstandinê li ser vê pirsê bikin. Me di reşnivîsa xwe de behsa sîstema nenavendî kiriye.” (NA)
Vî nûçeyê tevayî: 101 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:00:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Ji bo nivîsandina şirove ji kerema xwe bikeve hundir
Herî Navdar
Neteweyên Yekbûyî li ser Rojava, Tişrîn û Efrînê daxuyanî da
Dema lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Kurdan tê eşkerekirin
Îlham Ehmed: Diyalog ji çekan baştir e
Şandeyeke DEM Partiyê li Rojavayê Kurdistanê ye
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be
Geir Pedersen: Peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer peyama hêviyê bû
Îlham Ehmed bi Heyeta DEM Partiyê re civiya