Serok Barzanî û partiyên Bakurê Kurdistanê doza Kurdan gotûbêj kir

Serok Mesûd Barzanî bi Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê PSKyê Bayram Bozyel, Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan pêvajoya li Tirkiyeyê û bandora wê ya li ser hemû pêvajoya siyasî û doza Kurdan gotûbêj kir.

Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Pirmamê ya Hewlêrê Serokê Partiya Welatparên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan û Alîkarê Serokê PSKyê Mesut Tek qebûl kirin.

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî derbarê hevdîtinê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de behsa pêvajoya niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heye û bandora wê ya li ser hemû pêvajoya siyasî û doza Kurdan hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû aliyan tekezî li li ser piştevaniya pêvajoya aşitî û gihîştina çareseriya li Tirkiyeyê kiriye.

Her wiha di civînê de behsa guherînên siyasî yên dawî û ewlehiyê yên herêmê û bi taybetî yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Serok Barzanî ji şandeya mêvan re behsa rewş û paşaroja gelê Kurd, derfet û metirsiyan kir.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *