Serok Barzanî: Ti cudahî di navbera birçîkirina gel û kîmyabaranê de nînin

Serok Barzanî di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de got, “Ti cudahî di navbera birîna meaşan û birçîkirina gelê Kurdistanê û Enfal û kîmyabaranê de nînin.”

Baregeha Barzanî peyama Cejna Qurbanê ya Serok Mesûd Barzanî belav kir.

Serok Barzanî di serî de cejn li malbatên “serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman” û welatiyên Kurdistanê pîroz kir.

Serok Barzanî li ser birîna meaşên karmendên Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Bexdayê ve anî ziman:

“Di demeke ku em ber bi vê cejna pîroz ve diçin de bi biryareke nerewa û zalimane qût û mûçeyê xelkê Herêma Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên Bexdayê ve hatiye birîn.”

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Ti cudahî di navbera birîna meaşan û birçîkirina gelê Kurdistanê û Enfal û kîmyabaran û komkujiyan de nînin ku rejîmên berê li dijî gelê Kurdistanê encam dane.”

Serok Barzanî da zanîn ku “îradeya gelê Kurdistanê ji wan hemû sitemkarî û tawan û Enfalan bihêztir û bilindtir e.”

Barzanî di beşeke din a peyamê de got:

“Bila ewên dijayetiya xelk û Herêma Kurdistanê dikin temaşeyî dîrokê bikin, gelê Kurdistanê li beramberî wan hemû guvaş û zebr û zengan berxwedêr bû û bi ser neyar û tawanbaran de bi ser ket û her poşmanî ji bo zordaran ma.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de anî ziman:

“Di vê helkefta pîroz de ji bilî wê yekê spasiya berxwedêr û camêrî û serbilindiya yek bi yek gelê me dikim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im xêr û bexteweriyê ji bo Kurdistan û Îraqê, aştî û aramiyê ji bo herêma me û hemû cîhanê pêk bîne.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *