Serok Barzanî Amajeyê dide ku, Mela Mistefayê Barzanî wek serkirde bandoreke mezin li ser avahiya kesatiya wî hebûye. Herwesa dibêje ku, dema bavê wî çû Yekîtiya Sovyetê, ew tenê şeşmehî bû, dema vegeriya jî 12-salî bû, lê her zû fêm kir ku ji bo gelê xwe pena ji bo wî welatî biribû.
Serok Barzanî îro (Pêncşem, 08.05.2025) di çavpêkeftinekê de bi kana Şemsê re ragehand ku, dîroka xebata malbata wan ji Şêx Ebdulselam dest pê dike, dema ku wî ji bo bicihanîna mafên neteweya xwe û çespandina heq û edaletê li sala 1914ê ji aliyê Osmaniyan ve li Mûsilê hate sêdaredan.
Serok Barzanî amaje jî da, ku Kurd bi dirêjahiya dîrokê rûbirûyî êş û eşkenceyê hatine û di dema dîroka têkoşîna neteweyî de karesatên mezin bi serî hatine, wekî Enfal, jenosîd û êrîşên kîmyayî di dîroka nûjen de li dijî wan hatine kirin. Lê xaleke girîng heye ku tevî van hemî dijminatiyan jî, gelê Kurd qet bêhêvî nebûye, belkî herdem geşbîn û hêvîdar bûye ku ew ê bigehin armancên xwe. Ev jî ji bo xweragiriya gelê Kurd vedigere û gelek kesan ji bo vê armancê canê xwe feda kir. Rewşa heyî jî berhemê xebat û xwîna bi hezaran kesên canfeda ye û ev rewş cihê şanaziyê ye, xasma jî ku mineta çi kesekî tê de nîne û berhemê xwîna şehîdên e.
Serok Barzanî herwesa got ku, Kurd neteweyek e û ji kevin de hebûneke dîrokî li vê deverê heye, heta gelek berî neteweyên din ên deverê jî li vê derê ye, lê bi dirêjahiya dîrokê stem lê hatiye kirin, xasma jî piştî Şerê Cîhanê yê Yekê, bi awayekî bê ku ji wan bê pirsîn hatin belavkirin. Hevpeymanên ku di şer de bi ser ketin pêşiyê di çarçoveya Peymana Sîverê de maf dan Kurdan, lê paşê di Peymana Lozanê de poşman bûn. bi rastî vê parvekirinê ji bo Kurdan rewşeke tal çê kir û hêla. Kurd dizanin ku guhertina vê rewşê hêsan nîne, lê ev nayê wê manayê ku ew ji mafên wan bên bêparkirin. Stemeke zêde li Kurdan wek neteweyek hatiye kirin, lê ji ber ku ew aştîxwaz in, ew naxwazin vê rewşa tal bi zorê biguherin, lê ew dixwazin bi gel û neteweyên din ên deverê re jiyanek bextewar û bi wayekî demokratî û aştiyane Mafên xwe bi dest bixe, bila di çarçoveya wan dewletan de jî bimînin ên ku li ser hatine parçekirin, lê nabe hetahetayê ji Mafên xwe bêpar bin.
Serok Barzanî di derheqa Sûriyeyê û pêşhatên wê de jî got, Ev guhertina ku li Sûriyeyê qewimiye pêşbînîkirî bû, lê ne bi lezê! Ew tiştê ku qewimî guhertineke mezin û werçerxaneke dîrokî ye li deverê. Em paşxaneya serkirdetiya nû ya Sûriyeyê dizanin, lê dema ku ew hatin ser desthilatê, peyameke erênî ji me re şand. Tevî ku heta niha me têkiliyeke rasterast nîne jî, lê têkiliya me ya nerasterast heye. Peyama wan ji me re erênî ye ku dixwazi aştî li welatê wan berqerar be û şer nebe û dixwazin bi Kurdan re bigehin lihevkirinekê. Li ser vê bingehê, me bi Kurdên Sûriyeyê re bizav kir ku yek helwest hebe û yek nêrîn ji bo daxwazên Kurdan di Hikûmeta Sûriyeyê ya nû de hebe. Li roja 26ê Nîsana 2025ê, li Qamîşlo konferansek hat lidarxistin. Kurdan di wê konferansê de li hev kir ku yek helwest hebe û bi yek helwestê jî biçin Şamê. Em jî Piştevaniya wê yekê dikin ku pirsgirêk bi awayekî aştiyane bên çareserkirin.”
Serok Barzanî di derheqa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê de jî got, “Li Mehabadê ku bajarekî Kurdî ye li Îranê, ez hatime ser dinyayê. Bi awayekî giştî Îran welatekî girîng ê deverê ye û cîrana Herêma Kurdistanê ye, ku qet nexwestiye bi Îranê re pirsgirêk hebin, lê divê peywendî li ser bingeha rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevpar bin. Herêma Kurdistanê qet naxwaze bi Îranê re pirsgirêk hebin, lê di di eynî demê de naxwaze Îran an jî çi welatekî din destwerdanê di karûbarên navxweyî yên wê de bike. Carinan têkiliyên navbera wan di tengasiyê de bûn, lê niha ew têkilî asayî û baş in. Em naxwazin kes destwerdanê di karûbarên me de bike.”
Serok Barzanî di derheqa peywendiyên navbera Amerîka û Îranê de jî got, “Herêma Kurdistanê hêvîdar e ku danûstandinên navbera Amerîka û Îranê encamên baş hebin, ku çakî û berjewendiyên gelê Îranê û hemî gelên deverê tê de bin û bibe sedema vegera ewlehî û seqamgiriya deverê, yanî lihevkirinek nebe li ser hisaba xelkê din.”
Serok Barzanî di derheqa kesatiya Donald Trump de got, “Mixabin heta niha min ew nedîtiye, lê bê guman awayê wî yê karkirinê ji yê serokên berî wî cuda ye. Em hêvîdar in ku Trump û gelê Amerîkayê serkeftî bin. Hin tiştên Trump gelek bi dilê min in, ji bo nimûne wî hin biryar dan, ez Piştevaniya wan dikim û ez difikirim ku ew biryarên gelek di cihê xwe de bûn.” (K24)