Serok Barzanî pêşwaziya Agit Kabayel dike

Serok Barzanî pêşwaziya qehremanê boksîngê yê cîhanî yê Kurd Agit Kabayel dike û daxwaza zêdetir serkeftin û berdewamiyê jî jê re dike, Agit Kabayel jî spasiya piştevaniya Serok Barzanî dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 17.04.2025) pêşwaziya qehremanê boksîngê yê cîhanî yê Kurd Agit Kabayel kir.

Baregayê Barzanî di vî warî de parve kiriye, “Serok Barzanî destxweşî û pîrozbahî li boksênerê cîhanî yê Kurd Agit Kabayel kir, ji bo bidestxistina qehremaniya WBC li Riyaza paytexta Erebistana Siûdiyeyê. Herwesa tevî diyarkirina piştevaniya xwe, daxwaza zêdetir serkeftin û berdewamiyê jî ji Agit Kabayel re kir.”

Agit Kabayel jî dilxweşiya xwe ji bo dîtina Serok Barzanî diyar kir, spasiya piştevaniya wî kir û xelat û şûtika xwe jî wekî rêz û hurmet pêşkêşî wî kir.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *