Serok Barzanî got, “Xwişk û birayên me yên Êzidî, ji ber ku Kurd bûn û ji ber dînê xwe ketin ber pêla komkujiya DAIŞê.”
DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.
“Êzidî ji ber Kurdbûna xwe ketin ber pêla komkujiyê”
Serok Mesûd Barzanî ji ber salvegera 10an a Komkujiya Şingalê peyamek belav kir û got:
“Komkujiya Şingalê û ew tawanên ku terorîstên DAIŞê 10 sal berê li hemberî xwişk û birayên me yên Êzidî encam dan, berdewamiya wan komkujî û tawanan in ku bi dirêjahiya dîrokê li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin.
Xwişk û birayên me yên Êzidî, ji ber ku Kurd bûn û ji ber dînê xwe ketin ber pêla her û dirindehiya tawanbarên DAIŞê û rastî komkujiyê hatin.”
“Divê bi serbilindî vegerin”
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe da amaje bi girîngiya bicihanîna Peymana Şingalê da û got:
“Em dê bi hemû hêza xwe, piştevanên maf û daxwaziyên xwişk û birayên xwe yên Êzidî û xelkê devera Şingalê bin.
Pêwîst e dawî li wan reftaran were ku hinek alî êş û azarên Şingalê bo armancên xwe yên siyasî û aloztirkirina rewşa Şingalê bi kar tînin.
Divê rê bi xwişk û birayên me yên Êzidî were dayîn ku bi serbilindî vegerin ser mal û warê xwe û di nav aştî û aramiyê de bijîn.”
DAIŞê 10 sal berê wekî îro li Şingalê komkujiyeke mezin kir û hîn jî birînên Kurdan nekewiyane.
Amarên herî nû yên wê komkujiya giran bi vî rengî ne:
– 6 hezar û 417 jin û zarokên Êzidî hatin revandin
– Herî kêm 5 hezar Êzidî hatin kuştin
– 3 hezar û 469 Êzidî hatin windakirin
– Heta niha 50 gorên bikom hatine dîtin
– Heta niha 2 hezar û 948 jin û zarok hatine xelaskirin