Serok Mesûd Barzanî derbarê avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Ez careke din bangî hemû aliyan dikim ku beşdar bibin lê berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê PDK û PDKyê.
Serok Mesûd Barzanî îro Pêşangeha 17emîn Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê ya bi dirûşma “Cîhan Bi Kurdî Diaxive” vekir û li wê derê axivî.
Serok Barzanî diyar kir ku li Herêma Kurdistanê girîngî bi prastina pêkvejiyan, hevqebûlkirin û azadiya derbirînê tê dayîn û ew bi wê yekê şanaz in.
“Rewşa Kurdistanê ji rewşa giştî ya herêmê ne cuda ye”
Serok Barzanî di axaftina xwe de bal kişan de li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabineyê got:
“Rewşa Herêma Kurdistanê ji rewşa herêmê bi giştî ne cuda ye. Çiriya Peşîn a 2024an li Herêma Kurdistanê hilbijartin hebûn.
Gelek kesan, gelek partiyan wisa difikirîn ku hilbijartin çênabe yan jî eger hilbijartin çêbibin dê pirsgirêkên mezin derkevin holê.
Hilbijartin hatin kirin û bi çavdêrî û şahidiya Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên hatin, ew hilbijartineke pak bû.”
“Kurdistan a me hemûyan e”
Serok Barzanî tekez kir ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gelekî serkeftî bûn û got:
“Dibe ku li cîhanê ti hilbijartinên bêkêmasî nebin lê li gorî hilbijartinên berê, hilbijartineke gelekî baş bû û encamên wê jî diyar bûn.
Em hîn jî dixwazin bi hemû kesên ku kursî bi dest xistine re hikûmet û kabîneyê ava bikin. Kurdistan a me hemûyan e û em hemû xwişk û bira ne.”
“Bila rûpelek nû vebe”
Serok Barzanî berpirsyariya sereke ya pêkanîna bilez a hikûmetê xist ser milê PDK û YNKyê û got:
“Kurdistan milkê me hemûyan e û em hemû xwişk û birayên hev in û kesên hev in, ne xweş e em hev bişkînin.
Bila mixalefet hebe lê divê mixalefet rêyeke baştir nîşanî kabîne û parlamentoyê bide.
Bila rûpelekî nû bê vekirin, ji hemû aliyan dixwazim beşdarî kabîneya nû ya hikûmetê bibin lê berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê YNK û PDKyê.
Heta niha gavên baş hatine avêtin lê hîn jî maye, divê demeke zû karên pîwîst temam bibin û kabîne were avakirin.
Em dibînin li derdora me û li hemû cîhanê krîzeke mezin derketiye û dibe ku krîzên mezin derkevin jî.
Ji ber vê yekê şertê serkeftina Kurdan tenê yekitiya Kurd û Kurdistanê ye.
Ji bo vê jî çi ji destê me bê em dê bikin. Pêşniyara min ji hemû aliyan re, bi taybetî YNK û PDKyê ew e ku di avakirina kabîneyê de lezê bikin.”
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê
Serok Barzanî derbarê pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê jî got:
Di navbera Bexda û Hewlêrê de hinek pirsgirêk heta radeyeke baş hatine çareserkirin lê hîn gelek kar maye.”
Wî sedema sereke ya pirsgirêkan jî vegerand ser pabendnebûna bi bingehên Îraqeke nû û destûrê û got:
“Piştî rûxandina rejîma Beas sala 2003, Îraqa nû li ser sê prensîbên bingehîn hat damezrandin ew jî hevkarî, hevsengî û lihevkirin.
Lê mixabin pabendbûn pê re nehat kirin. Sala 2005ê destûrek ji bo Îraqê hat nivîsandin û di wê destûrê de Kurdan roleke sereke lîst û ji sedî 85ê xelkê Îraqê deng danê.
Eger pabendbûna bi destûrê bihata kirin, belkî gelek pirsgirêkên Îraqê bi giştî û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê çênebana.
Niha çareseriya bingehîn, pêkanîna her sê prensîban û pabendbûna bi destûrê ye. Ji bo vê yekê jî çi were xwastin, em amade ne.”
Rewşa herêmê û parastina Îraqê
Şerê Îsraîl û Hamasê ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023an ve dest pê kiriye û ew şer li Libnanê û çend herêmên din jî belav bû.
Serok Barzanî nîgeraniya xwe derbarê alozîyên navçeyê de diyar kir û got:
“Wekî dibînin li derdora me pirsgirêkên gelek mezin hene, şerê mezin tên kirin. Em hêvî dikin ku ev şer bi lez bidawî bibin û êşa van gelan bi dawî bibe, çi li Filistînê, çi li Libnanê û çi li her derê din.”
Wî tekezî li ser girîngiya dûrxistina Îraqê ji wan nakokiyên li herêmê hene kir û got:
“Ji hemûyan girîngtir ew e ku divê ew kesên ku niha li Bexdayê karbidest in, bi hemû hêzê hewl bidin, Îraq tevlî van şeran nebe.” (Rûdaw)