Duh, Di 23yê Nîsana 2025an de li Zanîngeha Yaleyê ya li bajarê Connecticutê Amerîkayê li ser sûcên jenosîda li ser neteweyê Kurd hatine kirin konferansek hate lidarxistin.
Peyama Serok Barzanî ya ji bo beşdarên konferansê ji aliyê siyasetmedar û mamostayê zanîngehê Mihammed Îhsan ve hat xwendin.
Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku gotûbêjkirin û lêkolîna li ser jenosîda ku di serdema rejîma berê ya Iraqê de li ser neteweyê Kurd hatiye kirin, mijareke giring û hestiyar e û got:
“Armanca van jenosîdê tenê yek bû, jinavbirina Kurdayetiyê. Armanca vê jenosîdê têkbirina îradeya Kurdan e, ku tenê azadîxwaz û baştirkirina jiyana wan bû ku dixwestin di nava aramiyê de bijîn û tawanên din nekirine.”
Serok Mesûd Barzanî bal kişand ser wê yekê ku ji bilî tawanên rasterast, siyasetên sîstematîk ên weke paqijkirina etnîkî, koçberkirina bi darê zorê, nîştecihkirina bi darê zorê, guherandina demografiya herêmên curbicur ên Kurdistanê û jinavbirina jêrxana aborî ya gundiyan di dirêjahiya sedsala 20an de bi armanca jinavbirina nasnameya netewî ya gelê Kurd hatiye meşandin.
Serok Barzanî ragihand ku gelê Kurdistanê ku yek ji mezintirîn neteweyên cîhanê ye ku li Rojhilata Navîn dijî û ji dewleteke serbixwe bêpar maye û got:
“Ev bêdewletbûna dîrokî bûye sedem ku Kurd her tim rûbirûyê tunekirinê bibin û nikaribin bi awayekî baş xwe ji gef û destdirêjiyên dijminan biparêzin.”(PK)