Serhan Îsa: Em bi Tehrîr El Şamê re rûniştin -Video

Berdevkê Meclisa Êzidiyan a Sûriyeyê Serhan Îsa got, “Em bi Tehrîr El Şamê (HTŞ) re rûniştin. Me pêwendî bi Durzî, Elewî û Mesîhiyan re danî.”

Piştî ku li Sûriyeyê desthilat ket destê Tehrîr El Şamê (HTŞ) çarenivîsa Kurdan jî tê nîqaşkirin.

Berdevkê Meclisa Êzidiyan a Sûriyeyê Serhan Îsa beşdarî bernameya Nûrôjê ya Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.

Serhan Îsa diyar kir ku li Sûriyeyê herî kêm 80 hezar Kurdên Êzidî hene lê ev hejmar beriya 2011an derdora 150 hezarî bû.

Li gorî agahiyên ku Serhan Îsa dane, Kurdên Êzidî zêdetir li Hisîça, Efrîn û Helebê dijîn û 23 malbatên Kurd ên Êzidî vegeriyane Efrînê.

Berdevkê Meclisa Êzidiyan a Sûriyeyê ragihand ku li herêma Efrînê 30 gundên Kurdên Êzidî hene û li herêma Cizîrê jî 54 gund hene ku 14 ji wan li derdora Serê Kaniyê ne.

Divê were gotin ku bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê û komên wê yên çekdar de ne.

Serhan Îsa diyar kir ku niha li Serê Kaniyê hejmara Kurdên Êzidî gelekî kêm bûye.

Serhan Îsa ji Serok Mesûd Barzanî xwest ku li Sûriyeyê mafên Êzidiyan biparêze û bangî Êzidiyên li Sûriyeyê jî kir ku xwe bikin yek.

“ENKSyê bi me re pêwendî nedaniye”

Berdevkê Meclisa Êzidiyan a Sûriyeyê rexne li tevgerên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê girtin û got:

“Divabû haya me ji danûstandinên diyaloga Kurdan hebûya, ENKSyê heta niha li ser şandeye ku dê here Şamê bi me re pêwendî nedaniye.

Loma jî em niha hewl didin ku bi hinek pêkhateyên din yên Sûriyeyî re têkevin têkiliyê û em bi hev re biçin Şamê.”

Serhan Îsa daxuyand ku wan ji bo vê armancê bi Durzî, Elewî û Mesîhiyan re pêwendî daniye.

“Desteya Tehrîr El Şamê soz da”

Serhan Îsa eşkere kir ku wan û nûnerên Tehrîr El Şamê civîneke online kiriye û got:

“Me çend daxwazî pêşkêşî HTŞyê kirine û me ji wan hinek soz wergirtine.

Desteya Tehrîr El Şamê soza wê yekê daye ku Êzidî careke din rastî tundiyê nebin û rê li ber binpêkirina mafên Êzdîyan bê girtin.”

Li gorî agahiyên ku wî dane, wan ji Tehrîr El Şamê xwestiye ku beşdarî avakirina “Sûriyeya nû” bibin û kes nebe kelem ku mafên Êzidiyan di destûrê de bên qebûlkirin.

Serhan Îsa diyar kir, wan xwestiye ku Tehrîr El Şam ji bo cudakirina dewlet û olê garantiyekê bide wan lê wan ev garantî wernegertiye.

Berdevkê Meclisa Êzidiyan eşkere kir ku ew dixwazin Êzidî di destûra nû de wekî oleke serbixwe û pekhateyeke sereke bên nîşandan.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *