SERGERAN – Artêşa Îraqê nahêle cotkarên Kurd zeviyên xwe biçînin

Lîwaya 8 a Artêşa Îraqê rê nade cotkarên Kurd li nahiyeya Sergeranê zeviyên xwe biçînin û pezên xwe biçêrînin.

Cotkarê ji gundê Şenaxe yê bi navê Behram Mîrza xwediyê 100 serî pez û zeviyan e. Ji ber tirsa hêzên Îraqê pezê xwe dibe nava beyar û pirêzeyên vala û keriyê xwe nêzîkî mala xwe diçêrîne.

“Em nikarin herin ser zeviyên xwe”

 Behram Mîrza ji Rûdawê re axivî û wiha got:

“Dema werza payîza tê em nêwêrin zeviyên xwe cot bikin. Em diçin mazotê dikirin.

Em nêwêrin mazotê bibin gund û bixin traktorê û zeviyan cot bikin. Her dema ku dengê traktorê tê Hummerên Artêşa Îraqê tên ser serê me.

Hinek caran li xalên kontrolê jî heqaretê li me dikin û em nikarin biaxivin.

Ji ber ku em Kurd in ev hemû li hemberî me tê kirin.”

Rêgirtina li cotkarên Kurd bûye sedem ku cotkarên Kurd ên Sergeranê bê kar bimînin û bes li zeviyên xwe bifikirin.

Artêşa Îraqê di payîzê de nehêle cotkarên Kurd biçin û zeviyên xwe biçînin û di destpêka havînê jî de nahêle mûsima xwe biçinin.

Ehmed Kanebî jî cotkar e, birayekî Ehmed Kanebî bi traoktorê çûye ser zeviyên xwe.

Artêşa Îraqê dema dibîne ku ew bi traktorê diçe ser zeviyên xwe wî desteser dike û hîn jî di girtîgehê de ye.

“Artêşa Ereb piştgiriyê dide cotkarên Ereb”

Ehmed Kanebî xelkê Pelkaneyê ye û li ser bûyera girtina birayê xwe wiha got:

“Birayê min nexweş e û tedawî dibû. Artêşê ew bir Navenda Polîsê Sergeranê û wan diyar kir ku divê heta roja yekşemê li girtîgehî be û bi kefalet jî azad nabe!

Ma ev karê artêşê ye ku were li dijî cotkarê neteweyekê werin alîkariyê bidin cotkarên neteweyeke din.

Mixabin cotkar Ereb in û artêşa Îraqê jî Ereb e û piştgiriyê didin hevdû. Em jî Kurd in û desthilata me nîne.”

Ehmed Ezîz jî cotkarekî din ê gundê Pelkaneyê ye û ew jî li ser rewşa cotkaran wiha dibêje:

“Ya pêwîst ew e ku Artêşa Îraqê û cotkarên Ereb jî bisekinin û li hêviya biryara Parlamentoya Îraqê bin.

Heger biryara Parlamentoya Îraqê di berjewendiya wan de be, em dê zeviyan tevî halê ku me çandiye ji wan re bihêlin. “

“Ne dihêlin em zeviyan av bidin ne jî dihêlin em zeviyan cot bikin”

Artêşa Îraqê li ser doza çend Erebên hawirde nahêle cotkarên Kurd li gundên Pelkane, Şenaxe, Serbeşax û Gabereyê yên nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê cotkariyê bikin û zeviyên xwe cot bikin.

Cotkarekî din ê ji gundê Pelkanyê yê bi navê Elî Rahman jî wiha got:

 “Nahêlin em zeviyên xwe av bidin, nahêlin em zeviyên xwe cot bikin. Wê rojê min pûşê li ser zeviya xwe şewitand da ku ez bajom lê ez hatim desteserkirin.”

Erebên hawirde di Komkujiya Enfalê de ji aliya rejima Beasê ve sala 1975an hatine Herêmêm Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê.

Rejima Beasê wekî diyarî zeviyên Kurdan dane wan Erebên hawirde.

Sala 2003yan li gorî madeya 140î ya destûra Îraqê Kurd dîsan vegeriyan ser zeviyên xwe.

Piştî bûyerên 16ê Çiriya Paşîn a 2017an Erebên hawirde careke din vegeriyan herêmê û dixwazin dîsa zeviyên Kurdan dagir bikin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *