Şerê mezin ê di navbera Îsraîl û Hizbulah a Lubnanê de destpê kir

Şerê navbera Îsraîl û Hizbulah a Lubnanê destpê kir û hevdu mûşekbaran dikin.

Piştî êrîşa mezin a mûşekî ya Îsraîlê çend wêneyekî bombebarana giran a li ser binkeyên mûşekî yên Hizbulahê li başûrê Lubnanê hatin belav kirin.

Îsraîl dibêje: Bi balefiran bi sedan binkeyên mûşek avêtinê kirine armanc kuji bo êrîşa li ser Îsraîlê hatibûn amadekirin.

Ji aliyekî din ve çapemeniya Îranê grafîka cureyên mûşeka Fecr belav kir, ku Hizbulah cara yekem piştî sala 2006ê ve 5 ji wan mûşekan avêtibûn navçeyên bakurê Îsraîlê û ziyan gehandibû çend cîhekan, naha jî bi bandora vê êrîşê gotegotên kuştin û birîndarbûna hejmarek Îsraîliyan heye.

Di dema borî de bi giştî ji 9 berpirs û rêveberên payebilind ên Hizbulah a Lubnanê 6 kes ji wan hatin kuştin, tenê 3 berpirs mane û saziya MOSSADê gefa kuştinê li Serokê Hizbulahê Hesen Nesrula dixwe û dibêje dê bigehe cezayê xwe.

Ji aliyekî din ve jî rewşa awarte li Îsraîlê hate ragehandin û Hizbulahê jî dest bi mûşekbaranê kiriye.  

BN

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *