Serdema Sedr e, eger bixwaze

Arif QURBANÃŽ

Her çend heta niha helwesta Muqteda Sedr (Serokê Tevgera Niştimanî ya Şîe) wisa ye ku hilbijartina Parlamentoya Îraqê boykot dike ku biryar e di meha berî dawî ya îsal de were encamdan. Lê guhertina ji nişka ve ya biryar û helwesta Sedr, ne cihê şaşmayînê ye. Ji ber vê yekê hîn wekî egereke vekirî, dûr nayê zanîn ku di hûrdemekê de biryara beşdariya di hilbijartinan de bide.

Tê gotin ku ew ji rewşa piştî hilbijartina dawiya sala 2021ê dilgiran e, ku wekî serkeftiyê yekem bi rêjeyeke zêde li pêş hevrikên xwe bû, bi tena xwe ji hemû blokên Şîî bêhtir kursî bi dest xistin. Herweha karîbû hevpeymaniyeke siyasî ligel bloka piraniya Kurd û Sunniyan pêk bîne lê di bin guvaşeke zêde de rê nedan ku ew hikûmetê bigire dest xwe.

Hîn jî nayê zanîn wek çawa rê nedan ku desthilatê bigire dest xwe, gelo rê nedan bibe beşek ji hikumraniyê jî yan ew yek rast bû ku digot ne amade ye hevparî gendelkaran bibe û meydan ji wan kesan re berda ku bi baweriya wî Îraqê didoşin. Wî ne tenê hikûmet diyarî aliyên têkçûyî yên hilbijartinê kir, bi ser de jî kursiyên parlamentoyê jî ji bo wan berdan. Di demekê de ku dikarîbû wekî blokeke parlamenterî ya xurt bimîne û ji parlamentoyê ji bo wê yekê bixebite ku nehêle wek wî bi xwe digot (Îraq were dotin).

Ez nizanim gef û fişar di çi astê de bûn, lê baweriya min wisa ye ku vekişîn û dûrketina wî heta demekê ji siyasetê jî, sedema wê ne ew bû ku di ragihandin û peyama tevgera wî de weşiya, zelal bû ku di bin zextê de wisa kir, çimkî berî ku guvaş li ser Sedr were kirin, gef û fişareke zêde li ser Hewlêr û Sunniyan hat kirin ji bo vekişîna ji hevpeymaniya sêalî ku bi Sedr re pêk anîbûn, Hewlêr û Enbar destê xwe ji Sedr bernedan, lê dema ku fişar li ser Sedr hat kirin, Sedr ew bi tenê hêlan û dev ji wan berda.

Ji bo hêzeke siyasî ku ji destpêka qonaxa nû ya Îraqa piştî ketina Sedam, beşdariyeke çalak di pêvajoya siyasî de kiribe û tewra hêza xwe ya çekdarî ya taybet jî hebe (berê Artêşa Mehdî û niha jî Seraya Selam), beşdarî hilbijartinên parlamentoyê û encûmenên parêzgehan bûbe, di kabîneyên hikûmetê de postên wezîr û tewra cîgirê serokwezîr jî wergirtibe, ne lojîk e ku di şev û rojekê de helwesta wê bi vî rengî biguhere, hevpariya ligel hêz û bizavên siyasî yên ku heta wê çaxê hevparên wê bûn, wek tawen bibîne û ji bo neçar nebûna hevpariya wan hêzan, dûr bikeve û pişta xwe bide siyasetê jî. Nakeve aqilê ti kesekî xwedî hiş û haydar ku bêyî ti gef û fişarekê Sedr meydan ji dijminên xwe yên serhişk re berdabe.

Çavkaniya fişar û gefên li ser Sedr zelal bû ku ew aliyê derveyî bû ku piştgiriya aliyên din ên şîî dikir, ango Îran bû. Ji bo wê demê derketina ji biryara Îranê yan jî neçûna bin hegemonyaya Îranê, baceke dijwar li ser hebû. Bi taybetî di nav hêzên şîî de.

Muqteda Sedr ji hêla nêrîna mezhebî û siyasî ve jî ji aliyê Îranê ve nedihat pejirandin. Hevrikiyeke kûr û veşartî di navbera lêvegera Qum û Necefê de heye, herweha ji hêla siyasî ve jî ji aliyê Îraniyan ve bi wî çavî li Sedr tê nihêrtin ku şîeyekî Îraqî û Ereb e, kûrahiya fikir û girêdana wî ji Îranê bêhtir bi welatên erebî ve ye.

Bêguman ji bo rewÅŸ û serdemeke ku ÃŽraq li ser sêniyeke zêr pêşkêşî ÃŽranê hatibe kirin û bi sedema kontrola ÃŽraqê wek herikîna ava çemekî hegemonyaya wê ber bi kûrahiya welatên erebî ve bixuÅŸe, çawa rê dide kelemek li Bexdayê li pêşiya wê qît bibe û “keda” wê bi avê de berde. Eger heta wê astê paÅŸguhxistina Sedr jî ne çaverêkirî bûbe, lê çaverêkirî bû ku ÃŽran rê nade desthilata ÃŽraqê ji destê Şîeyên dûvelankên ÃŽranê were derxistin.

Lê niha rewş guhertiye, şerê Xeze û Îsraîlê hevkêşeya herêmê li ziyana Îranê hilgerandiye. Hêzên girêdayî Îranê li Filistîn, Yemen, Libnan, Sûriye û tewra li Îraqê jî, yeko yeko dikevin. Derbasbûna rasterast a Îsraîlê di nav kêşeyên deverê de, herweha zextên Amerîkayê li ser Îranê bi xwe, rewşek peyda kiriye ku rola Îranê ne tenê lawaz bûye, lê tê ku rola wê li ser hevkêşeya herêmî nemîne.

Eger nakokî û hevrikiya Amerîka û Îsraîlê ligel Îranê negihe şerê rasterast û rûbirû jî, bêguman li wê astê berdewam dibe ku divê Îran di nav sînorê welatê xwe de were asêkirin. Ev jî derfeta wê yekê peyda dike ku cîhana erebî ji bo wergirtin û vegerandina lêvegera şîî ku bi dirêjahiya sed salan li Necefê bû, ji Qumê vegerînin Necefê.

Amraza herî pêwîst û girîng a şerê wergirtina lêvegerê, desthilata Bexdayê ye. Kursiya lêvegera Necefê, bi kursiya desthilata Bexdayê ve girêdayî ye. Ango heta kursiya desthilata Bexdayê ji destê Şîeyên dûvelankên Îranê neyê derxistin, estem e bikarê şerê wergirtina lêvegerê bike.

Muqteda Sedr di warê olî û siyasî de amûra vî şerî ye. Ji nêrîna wî ya mezhebî û olî ve, rêbaz û tevgera Sedr tekane hêza olî ye ku rewatiya wê ya wergirtina lêvegerê heye. Ji hêla siyasî ve jî tekane hêza siyasî ya xwedî hegemonî û pêgeheke siyasî ya ewqas xurt be, bikare bi hilbijartinê zora Şîeyên dûvelankên Îranê bibe. Her çiqas hîn jî Hewlêr û Enbarê êşa birîna xencera Sedr ji bîr nekirine, lê derfeta wê yekê ku careke din ligel Sedr bibin hevpeyman bi dawî nehatiye.

Ji ber vê yekê eger Sedr bi vekişîn û demekê xwedûrxistina ji siyasetê jî ji bo wê yekê bûbe ku çaverêya firsend û derfetê bike da ku bi hêz vegere meydanê, ji qewlê Kurdan ve îro roj roja Sedr e, çimkî hêzên hevrikên Sedr ji hêla pêgeha siyasî û cemawerî ve, ji îro ji çar salên rabirdû pir tertûbelavtir û lawaztir in. Ew piştgiriya derveyî jî ku wek stûneke xurt pişta xwe dabûnê, mîna berê ne xurt e. Niha hêza gef û fişarê ya Îranê li wê radeyê nemaye ku bikare hêzeke bandorker wekî Sedr bişîne malê.

Bi awayekî giştî şikestina projeya hukmraniya Şîeyên dûvelankên Îranê gihiştiye astekê ku ketina wê tenê hewcedarî dehifdanekê ye.

Hilbijartina demê girîng e, ev çend roj û mehên dahatî ji bo Sedr û şîeyên Îraqê, çarenivîssaz in. Niha ew wext e eger Sedr bixwaze dikare bi tîrekê du nîşanan bihingêve. Lê çaverêkirina ji bo derfeteke baştir û demeke guncavtir, ne dûr e ku van derfetan ji destî wî derxîne. Wek tê gotin di siyasetê de tiştekî estem nîne. Bikarneanîna vê derfetê, dibe ku ji hevrikên Sedr re bibe derfet. (Rûdaw)

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *