Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, duh 24ê Gulanê bi awayekî serkeftî dawî li serdana xwe ya fermî ya Washington a paytexta Amerîkayê anî.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li hesabê xwe yê Xê ligel wêneyekî ragihand: “Me dawî li serdaneke serkeftî ya ji bo Washingtonê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî anî.”
Dizeyî spasiya hevkar û hevbeşê Amerîkî ji bo pêşwaziya germ a ku li şanda Herêma Kurdistanê kirine, kir û herwiha spasiya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê, tîma protokolê û dezgehên ragihandinê kir ji bo ked û xebata wan a di dema vê serdanê de.
Hêjayî gtinê ye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Şemiyê 17ê Gulana 2025an li ser vexwendina fermî ya Hikûmeta Amerîkayê û bi serokatiya şandeke payebilind a hikûmetê, gehişt Washingtonê.
Mesrûr Barzanî, di vê serdanê de roja 19ê Gulanê li Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê li Washingtonê, çavdêrî û serperiştiya merasîma îmzekirina du peymanên girîng ên bi qasî 100 milyar dolaran di warê enerjiyê de kiribû. (PK)