SERBORÎ, YEKÛNA KELEMÊN JİYANÊ YE!

Cano AMEDÎ

Gotinek gelerî heye, tê gotin ku “piştî tifing îcad bû, mêrxasî betal bû.” Em dibinin ku taxên medyaya civakî jî îro dişibin wê rastîyê. Gef, heqeret, sixêf, bê ehleqî û bê karekterî serî hildaye, hinek kesên nezan û yên wezîfedar di taxên medyaya civakî de, bi piştdana cîh û welatên ewlekar, dixwazin kolanên jiyanê bi lotikan germ bikin. Pirî caran mirov naxwaze beşdarî taxên medyaya civakî bibe. Ezber û dubare, sêbare kirina çîrokên xavî mirov diêşîne. Em dibinin ku di nav cıvatê de dîyalog bi dawî bûye, herkes, her kom û kozik di şibaka xwe de, bi sîya xwe re têkildarin!

Rê rêbazên têkilîyên îroyin, bingeha bi hevre danustandinê xitimandîye. Sîyaseta desthilatdar û aqilê kûr ê rêvebir, li ser dijberî û neyartîyê, civat dîl girtine û dixwazin taxên kedî nebûne, serî netewandine, bên kedî kirin. Kes kesî gohdar nake; kesên gohdar dikin çewt fam dikin an jî hevdû qet fam nakin. Kesên çewt fam dikin jî, lêborîna xwe naxwaze, lê weke rast fam kirîye avê şêlû dike. An jî çend peyayên “mala bavê xwe” li dora xwe kom dikin û weke Don Qîşot şûr li rastîyan dikişinin. Her tim dixwazin bi ser bikevin û rê li ber xirabîyan geş bikin. Pirî caran mirov xwe di navbera wî “şerî” de dibine. Lê hinek kes jî di rojên tengasîyê de, li qesra xwe rûdinên “porê xwe ûtî dikin û qirawata xwe badidin” ku “hespa felekê” li ber derîyê wan raweste!

Civatên ku bi tevna wan hatibe lîstin, kod û karekterê wê civatê hatibe guhertin, di wê civatê de alozî, qeyran û xirabî tu car kêm nabin. Bi plansazî û endazyarîya civakî, sîstema desthilatdar wê civatê li gorî çerqa xwe dizayn dike. Di demên ewha de, pirî caran mirov xwe di nav şerê wekaletê de, di nav şerê egoyê de (ezûez) dibine. Zehmetî û keda mirov, pirî caran di devên cahil û nezanan de dibe benîşt. Mirov ji xwe şerm dike ku bikeve asta wan nezan û berjewendîperestan!
Lewra li gel wan hûqûq tune ye, bê pîvan û bi hêz in.

Kendal û hevrazên jîyanê daye diyarkirin ku mirovên nezan, mirovên cahil, bi hêza pere û karekterê dunya-nedîkîya xwe tevdigerin, dipeyivin û weke teneka vala got gotên beradayî li pey hev rêz dikin. Ji bejna xwe mezintir gotin û derewan li hev dirêsînin. Gava di peyivin jahr ji devê wan diherike. Ji bilî bîhna pereyên reş, ji bilî sixêfan, ji bilî dijminatîyek kor tu tiştekî nizanin. Aqil difiroşin herkesî, lê malbat û derdorên xwe, weke nêçîrê radestî dijberên xwe dikin. Hevrêtîya wan, niştimanperwerî û têkoşerîya wan, li gorî berjewendî û qezencên demkî û şexsî ne.

Mirovên zana û zîrek ji herkesî û ji her tiştî fêr dibin. Mirovên ji rêzê, ji kiryar û pratika xwe fêr dibin. Lê mirovên cahil û nezan, her tiştî dizanin û tu carî pêwîstîya fêr bûnê û pirsê nabînin. Em baş dizanin ku dijberîya kor, kirasê nezanîyê ye. Di demsalên bêhêvîtîyê, dijberî û kirasê nezanîyê weke bahozên payîzê dijwar dibe. Gava mirovên nezan derkevin ser dîkê û dest bi pesnê xwe dikin, mirov matmayî dimîne. Lewra mirovên qurre, nezan û nexwedî doz, li gorî hûqûq û ûjdanê tevnagerin. Ji bo wan kesan pîvan, tenê germaya cuzdan e! Ji ber van sedeman, civatên di bin bandora nezanîyê de dinalin, her tim bi êş û bîrînên civakî rûbirû dibin. Di demên qeyran an şikestinên civakî de, bi dêrûnîya “sendroma Stockholmê” ji xwe re jiyanekî diafirînin û ji bilî xwe herkesî tawanbar dikin. Di bin navê rexne û gazinan de heqeret û gotinên ji beşna xwe mezintir dibêjin. Bi dijberîyek kor û pûç, bi zimandirêjîyek bêpîvan û bi nezanîyek bê sînor tevdigerin. Ji bo berjewendîyên xwe, ji bo post û çêrandina xwe, ji bo menfeetperestîya xwe dikarin nîrx û hêjayên xwe derxin mazatê…

Di jîyana rojane de, mirov gelek caran li bûyer û helwestên bi vî rengî rast tê. Pêlên nezanî û bêxemîyê, êdî di kolana jiyanê de mobîlîze bûye. Tu karekî nakin, rîskekê nagirin ser milê xwe, tu fedakarî û keda xwe naxin nav kedek hevbeş, tenê rexneyên ne di cîh de, li ser bingeha gilî û gazincan rêz dikin. Naxwînin, gohdar nakin û tênagihîjin, lê gotinên xwe yên tûj û bi kelem weke teyrokên biharê direşînin. Ev çil sal zêdetir e, aqilekî kûr: bi plansazîya sîstema endazyarîya civakî, civatê bi rêvebirîyek mejî-şuştinê (algı yönetimi) dizayn dike. Li hemû taxan, li ser bingeha dijberî û fesadîyê tovên bêhêvîtîyê direşînin. Aktor û endazyarên van pêvajoyan, di heman deman de diyar in, çalak in û wezîfedar in. Pirî caran dixwazin herkes weke wan derkeve ser dîkê û li gorî dile wan binivîse, tevbigere, sixêfan bike û weke amîgoyan biqîre!

Car caran ez jî rastî van helwestan dibim. Lê gava ez bi wan mirovên cahil re rûbirû dibim, helbesta Şex Evdirrehmanê Axtepeyî weke çirûskê di ber çavê min re derbas dibe. Her çiqas serborîya min ya zîndanê çil sal nebe jî, bi qasî bîst sal zêdetir serborîya min ya zîndanê heye; zarokatîya min ya gundîtîyê û jiyanek di bin sîya xencerên jahrî û sêdarê de derbas bûye heye. Kêm zêde ez baş dizanim hişmendîya “giyayê hewşê tehl e” tê çi watê? Ez baş dizanim, serborîya jiyanê, xwarina yekûna kelemên Beko Ewan in. Ji ber vê yekê, gava ez bi wan nezanan re rûbirû dibim, ev şiîra Şêx Evdirrehmanê Axtepeyî tê bîra min, keremkin, em bi hevre bixwînin! Dibe ku tesîra hênikatîya şiîrê li ser kela kela vê germaya havînê bi bandor be! 

“Bila çil sal li zîndanan bimînim,
Her roj sed mar û dûpişkan bibînim,
Li hevraza barê aşan bikşînim,
Li berwara pezkûvîyan biçerînim,
Zivistanan li ser avan bimînim,
Ne ku carek yekî ehmeq bibînim.”

(Şêx Evdirrehman Axtepe)

 

AMED, 19.6.2024 Cano Amedî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *