Sendîkaya mamostayan û hunermendên Kurdistanê 2 daxuyanî belav kirin

Sendîkaya mamostayan û hejmarek ji Wêjezan û hunermendên Kurdistanê, bi belavkirina daxuyaniyan, sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser Pexşan Ezîzî û wirîşe Muradî şermezar kirin.

Sendîkaya Mamostayên Kurdisdtanê bi belavkirina daxuyaniyekê, sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser Pexşan Ezîzî û çalakvanên din ên wek “Wirîşe Muradî, Mehdî Hesenî û Bêhrûz Ihsanî” şeremzar kirin.

Sendîkaya mamosyatên Kurdistanê tevî nîşandana nerizayetî û dijayetiya xwe digel sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser “Pexşan Ezîz” û çalakvanên din ên medenî û sendîkayî, bi tekezî daye zanîn ku “bidarvekirin ne ku êş û janên bê hejmar ên civakê çareser nake, belku rewşê hêj aloztir dike, lewma  ji karbidestên dadwerî, ewlehî û birêveberî, daxwaza hilkveşandina tevahiya sizayên bidarvekirinê û hewldan û lêkolîn bo nehiştina yekcarî ya sizaya bidarvekirinê li nivîs û yasayên sizakirinê de dikin”.

Herwisa hejmarek ji Wêjezan û Hunermendên Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekê nerizayetiya xwe li derheq sepandona sizaya bidarvekirinê bi ser Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî dane xuya û ragihandine: “sizaya bidarverkirinê bi ser keçên xwedîşeref ên Kurdistanê, bê cî û sitemkarane ye ku li pêxema çêkirina rewşa tirs û sam û siyaseta bi zorê û tirsandina hikûmî ya xelkê ye ku pêlek ji nîgeranî û bêzariyê li nav xelkê xwedîşeref ê Îranê bi atybet xelkê xwedîşeref û mêrxasê Kurdistanê li pey xwe aniye, em daxazê ji berpirsan dikin ku pêdeçonê bi vê sizaya sepandî bi ser wan keçên paqîj ên Kurdistanê de bikin û bi lezgînî, vê sizayê hilveşînin”.

Herwisa li dawiya vê daxuyaniyê de hatiye: “Li egera bidarvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, sonamiyek dê bi rê bikeve û ji bîra ve neçe ku bi tolhildana xwîna (Şehîd), Jîna Emînî, çi qewimî…

KM

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *