Senatorê Fransayê Rémi Féraud diyar kir ku divê hêza Amerîkayê li Sûriyeyê bimîne û piştgiriya Kurdan bike.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot û Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê doh li Şamê bûn û bi Serokê Birêveberiya Sûriyeyê Ahmed Şer re civiyan.
Senatorê Fransî Rémi Féraud ji Rûdawê re axifî û behsa serdana herdu wezîrên derve yên Fransa û Almanyayê kir.
Senatorê Fransî diyar kir ku ziyareta her du wezîran ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê bû, bi taybetî ji bo parastina mafên pêkhateyên weke Kurd, Xirîstiyan, Şîe, û Durziyan bû.
“Divê rêz li serweriya Kurdan were girtin”
Rémi Féraud behsa serdana her du wezîran kir û wiha got:
“Wezîrê Karên Derve yê Fransayê beriya ziyareta xwe peywendî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re kiribû. Ev gelekî girîng e, Fransayê bi xwe re Almanya û Ewrûpayê jî aniye.
Li wir amadehiya xwe nîşan daye û bi biryar e li wir alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rojava bike.
Niha ji xwe piştgiriyeke berbiçav a Fransayê heye.
Her wiha hebûna hêzên Amerîkayê jî hat xurtkirin ji bo astengkirina êrişên Tirkiyeyê bi taybetî li ser Kobaniyê.
Serkeftina HSDyê nîşan dide ku ew hem ji aliyê leşkerî ve pispor in û hem jî piştgirî heye.
Divê ev piştgirî bi eşkereyî were ragihandin da ku rayedarên Şamê Rojava jî tevlî avakirina Sûriyeyê bikin.
Em nizanin wê çi bibe û çawa bibe lê divê rêz li serwerî û tecrûbeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Rojava were girtin. Divê HSD di danûstandinên siyasî yên Sûriyeyê de cih bigire. “
Senatorê Fransî di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku Fransa piştgiriya Kurdên Sûriyeyê dike.
Rémi Féraud amaje bi wê yekê kir ku Fransa li Sûriyeyê, piştgiriya demokrasî û pirrengiyê dike û ew bi hêvî ye ku hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê mafên xwe yên rewa bidest bixin.
Rûdaw