Senatorê Amerîkî bangî Erdogan kir: Dev ji Kurdan berde -Video

Senatorê Amerîkî John Kennedy li ser egera operasyoneke Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê bangî Erdogan kir û got, “Dev ji Kurdan berde.”

Senatorê Eyaleta Louisianayê ya Amerîkayê yê Komariyan John Kennedy li Kongreya Amerîkayê li ser rewşa Sûriyeyê û gefên êrişên Tirkiyeya yên li Rojavayê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.

John Kennedy Kurd wekî “dostên Amrîkayê” bi nav kir û helwesta Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li hemberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê rexne kir.

“Kurdan DAIŞ têk bir”

Kennedy diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de rola Kurdan girîng bûye û got:

“Eger ne ji Kurdan bûya dê hîn DAIŞê hebûna xwe berdewam bikira.

Wan DAIŞ têk bir û xîlafet rûxand û berpirsê tunekirina DAIŞê jî ew in.

Li Rojhilata Navîn di şerê li dijî DAIŞê de nêzîkî 20 Amerîkiyan cane xwe ji dest daye lê dostên me yên Kurd di şerê li dijî DAIŞê de zêdetirî 10 hezar kesên xwe ji dest dan û zêdetirî 30 hezar Kurd jî birîndar bûne.”

“Erdogan dixwaze Sûriyeyê dagir bike”

Di beşeke din a axaftina xwe de Kennedy anî ziman:

“Birêz Erdogan ji Kurdan hez nake, ez dê vê yekê şîrove nekim.

Lê belê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê komên çekdar û tankên Erdogan hene û îstixbarata me dibêje ku Erdogan hewl dide Sûriyeyê dagir bike.”

“Eger hûn destê xwe bidin porê serê Kurdan…”

John Kennedy ji Erdogan xwest ku dev ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê berde an na ew dê cezayan li ser Tirkiyeyê bisepînin û da zanîn:

“Peyama min ev e; dev ji Kurdan berde, dev ji welatiyên Sûriyeyê berde.

Tirkiye endamê NATOyê ye û hevalê me ye lê ew wekî vê tevnagere.

Eger hûn Sûriyeyê dagir bikin û destê xwe bidin porê serê Kurdan, ez dê ji Kongreyê bixwazim ku tiştekî bike, cezayên me dê alîkariya aboriya Tirkiyeyê nekin. Dev ji kurdan berdin.”

Banga Graham û Hollen

Li aliyê din, kesayetên bibandor ên Senatoya Amerîkayê Lindsey Graham û Chris Van Hollen jî daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê û tê de bangî Tirkiyeyê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Divê li Kobaniyê herêmeke bêçek bê avakirin, heger Tirkiye vê daxwazê qebûl neke, dê bi cezayên giran re rû bi rû bimîne.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *