Xidir ÛSO
Ez bala xwe didimê ku gelek Kurd, lê piranî yên xwende û karmend, Komara Tirk, wek ya wan be, bi coş û şahî pîroz dikin. Hin wekîlên Kurdan ku çûne meclisa tirk, vê komra li ser tunekirina gelê Kurd avabûye pîroz dikin!
Komara Tirk, ji alî kadirên Îttîhat-Terakkî, lê bi pêşkêşîya M. Kemal û kadirên leşkerê tirkperest hat avakirin.
Komara Tirk, bi hevkarî û hevpeymana dewletên zilhêz yên wê demê Îngîlîz, Fransiz û Îtalîya, Almanya û yên din hat damezrandin. Ji alî Kemalîstan ve, bi soz û peymana ku di şûna Împaratorîya Îslamî ya Osmanî, Komarek Ewropayî ya ‘‘laîk‘‘ (sekular) avabikin. Loma ji pêşî de sîstema Komara Fransiz ya sekular, unîter û navendî kopî kir. Di nava demê de Komara Fransiz her çend sîstem û qanûnê xwe guhert jî, lê Komara Tirk wek xwe ma!
Komara Tirk, dema li ser navê ‘‘Neteweya Tirk‘‘ avabû, neteweyek bi navê tirk li Enedol û Kurdistanê tune bû. Pêşî dewleta netewê hat avakirin û piştre ji bo vê dewletê, ji gelên Enedolê neteweyek tirk bi darê zorê çêkirin.
Dewleta Osmanî, di dawîya sedsala 19. de, li dij tekoşîna gelên Balkan têkçû û ji herêma Balkan hat qewirandin. Loma karmendên Osmanî ketin xofa ku wê ji Enedol û Kurdistanê jî bên qewirandin û bê welat bimînin.
Rêvebirên dewleta Osmanî ku xwe tirk didîtin, di vê konaxê de, ji bo ku dewletek nîjadperest ya Tirk damezrînin, pêşî dest bi plankirina qirkirina Ermenan kir. Vê gruba nîjadperest det bi lîstik û entrîkayan, rêxistina Îttîhat-Terakkî kirin dest xwe û di bin re bi îngîlîz û Firansizan li hev kirin ku Komarek Tirk avabikin. Loma Îngîlîz bi peymanek zimnî ji Îstanbûl derketin.
Ji bo ku Komara Tirk, li Enedol û Kurdistanê ne xwedîyê neteweyek Tirk bû; biryar dan ku wê gelên li van welatan yên ku ne Musluman ne tirk, bi darê zorê yan bi tunekirinê bikin Musluman û Tirk û wek gelê Kurd yên Musluman û ne Tirk jî, bi darê zorê ya bikin Tirk yan jî tune û qir bikin. Loma bi ‘‘Baca Hebûnê (Varlik Vergîsî), bûyerên 6-7 Îlona 1955 û bi gelek zor û tadeyan bera Rûman, Ezîdî, Suryanî, Cuhî yên ne Musluman dan, yên xwest ser mal û milkê xwe jî bimîne, ji tirsa terora dewletê gotin: ‘‘em Musluman û Tirk in(!)‘‘
Pêşî M.Kemal û hevalên xwe Kurd xapandin. Gotin: em birayê hev in, ev Komar ya me û we ye; lê piştî girêka xwe bi paş xistin û firset ket dest wan, hebûna Kurdan, ziman, çand, dîrok û welatê Kurdan înkar kirin û behskirina van rûmetan jî qedexe û sûc hesibandin.
Komela Kurd Taalî Cemîyetî, dema dewleta Osmanî li dij Ewropîyan şer dikir û hîn Komara Tirk avanebûbû, beşek jê ku Seyid Abdulqadirê Nehrî serkêşîya wan dikir, gotin: ‘‘birayê me yên Musluman li dij kafirên Ewropî şer dikin, emê çawa dev ji wan berdin!‘‘ û yekîtî û statuyek di bin îdareya Osmanî parastin.
Lê Bedirxanî, Cemîlpaşazade, serokê eşîran mîna Xalit Begê Cibrî û yê Hesenî, Yusuf Zîya, Elîşêr û gelek rewşenbîrên Kurd Kurdistanek serbixwe û yekgirtî diparastin. Loma di bin seroktîya Xalit Beg de, 1920 Komîta Îstîklalê, 1925 Cemîyeta AZADÎ û paşê jî 1927 jî bi pêşkêşîya hemû welatperwerên Kurd XOYBÛN hat avakirin.
Kemalîstan, li ser navê nîjada Tirk, Komara xwe avakirin, dest bi înkar, qedexe û şîdeta ser gelê Kurd kirin. Qanûnên, ‘‘Takrîrî Sukun‘‘, ‘‘Mecburi Iskan‘‘, ‘‘Tedîp‘‘ û ‘‘Tenkîl‘‘ yê Tirkkirin û tunekirinê xistin dewrê. Ji bo ku di nava demê de herkesî bike Tirk, qanûna paşnav derxistin ku divîya her kes paşnavekî tirk bistîne. Perwerde bi temamî kir bi tirkî û alfabeya Latînî. Armanc jê jî, di navbeyna beşên Kurdistanê de danûstandinên dîrokî, ilmî, çand û wêjeya kurdî bibire. Herwiha, Medreseyên Kurdî û perwerdeya bi Kurdî ji holê rakin. Di nava demê de zarokên Kurd bikin Tirk. Îro em dinêrin, li Bakurê welatê me, giranîya Kurdan di malê xwe de jî êdî bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin!!.
Ji xwe piştî provoke kirina qetlîaman û seranser şewitandina Kurdistanê, bi sedhezaran kurd kuştin û bi milyonan koçberî nav metropolên Tirkîye û gund û bajarên tirkî-axêf kirin. Li Kurdistanê zimanê Kurdî bi qanûn û ceza qedexe kirin. Ji bo asîmîlasyona zarokên Kurd Dibistanên Herêmî yên Niştî vekirin. Ji bo têkelîya nava perçê Kurdistan bibirrin, li sînorê nava Kurdan têldirk, mayin û qereqol danîn. Kurdistan kirin mîna zîndanek servekirî, gelê Kurd birçî, tazî û di bin îşkenceyek bêdawî ya Komara Tirk de ma.
Li hemberî înkar, qedexe û tunekirina hemû rûmetên neteweya Kurd, miletê Kurd di pêşkêşîya axa, beg, şêx û rewşenbîrên xwe yên zana û mêrxas, li hember vê Komara nîjadperst heta dawîyê berxwe da û şer kir. Alîkarî ji hemû der û dor û dewletên dunyayê xwestin, lê tu kesî alîkarîya doza rizgarîya miletê Kurd nekir. Berevacî di serî de Îngîlîz, Fransiz û Îtalî, piştr Almanya û heta bi Sovyetê û Îran bi hemî hêza xwe alîkarîya Komara nîjadperest ya dagîrker kirin.