Şam û Rojava ji bo sererastkirina Destûrê danûstandinê dikin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku niha Desthilata Şamê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê danûstandinê li ser bendên danezana Destûrê dikin daku pêşnûmeya destûrî ya nû sererast bikin.

SOHRê daye zanîn, ev danûstandin ji bo peydakirina lihevkirineke siyasî û nûnertiya xelkê deshilata Rêveberiya Xweser tê kirin.

Hatiye diyarkirin, danûstandin ji bo destpêkirina rêyeke siyasî ye, dûrî şerê çekdarî û naskirina mafên Kurdan ên siyasî tê kirin

Hêjayî gotinê ye, 10ê Adarê Hêzên Sûriya Demokratîk û Şamê li hev kiribûn. Herwiha meha Nîsanê peymanek ji bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatibû îmzekirin.

ENKS jî û Rêveberiya Xweser jî li dijî pêşnûmeya Destûra Sûriyê derketibûn, bi sedema ku nûnertiya mafên pêkhateyan û bi taybet jî yên gelê Kurd nake. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *