Sabine Sütterlin-Waack: Divê li Sûriyeyê mafên Kurdan û pêkhateyan bên parastin

Wezîra Karên Navxweyî ya Herêma Schleswig-Holstein a Almanyayê Sabine Sütterlin-Waackê di pîrozbahiya Newrozê de tekeez kir ku divê li Sûriyeyê mafên Kurdan û hemû pêkhateyan bên parastin.

Sabine Sütterlin-Waack ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî û tekez kir ku divê rêz li mafên pêkhateyên li Sûriyeyê were girtin.

Sabine Sütterlin-Waackê li ser rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê got: “Divê em li bendê bin û bibînin bê rewşa Sûriyeyê çawa bipêş dikeve, gelo dê aştî were holê û şerê navxweyî bi dawî bibe?”

Siyasetmedara Almanyayê tekez kir ku Almanya pêkhateyan diparêze û dewleta nû ya Sûriyeyê divê wan li ber çav bigire.

Wezîra Karên Navxweyî ya herêma Schleswig-Holsteinê ragihand ku her kesê ku sûc û tawan dike, divê ji Almanyayê bê derxistin,lê kesên ku mafê mayînê heye, divê bêne parastin.

Sabine Sütterlin-Waack ji bo parastina ewlehiya navxweyî amaje bi girîngiya kontrolkirina sînoran kir.

Siyasetmedara Kurd, di dawiya hevpeyvînê dilgiraniya xwe derbarê zêdebûna dengên partiya rastgir a AfD û hişyarî da ku ev partî dixwaze sîstema dewletê û demokrasiyê li Almanyayê biguherîne.

Hevpeyvîn Ala Şalî ya bi Sabine Sütterlin-Waackê re wiha ye:

Rûdaw: Silav Rêzdar Sabine Sütterlin-Waack gelek spas ku li gel me yî. Îro wekî wezîra navxwe ya vê herêmê hûn beşdarî cejna Newrozê bûn ji bo Kurdan cejna herî girîng e û wateya berxwedanê dide. We axaftinek hebû, li gorî we girîngiya sazkirina vê cejnê li vir çi ye?

Sabine Sütterlin-Waack: Ji bo min gelek girîng e ku em li vir bi hev re cejnê pîroz dikin, ji ber ku Kurd xwe gelek baş li Almanyayê guncandine, lewma girîng e ku em beşek ji nasname û taybetmendiyên wan li vir li Almanyayê pîroz bikin. Her wiha ez kêfxweş im ku dikarim ji bo cara duyem beşdarî vê cejnê bibim.

Rûdaw: Xanima Rêzdar Sabine Sütterlin-Waack, ez dixwazim pirsekê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji we bikim. Hejmareke mezin a Kurdan li vir dijîn ku karîne xwe baş li vir biguncînin û kar dikin lê di heman demê de dengê gelek siyasetmedarên ku dibêjin niha piştî ku Esed nema, divê ew vegerin welatê xwe. Hûn li ser vê yekê çi dibêjin?

Sabine Sütterlin-Waack: Bi baweriya min, divê em hinekî li bendê bin. Niha me nûçeyên metirsîdar ji Sûriyeyê bihîstine. Di destpêkê de me hemûyan hêviyeke mezin hebû ku rejîma Esed nema. Em hîn jî hêvî dikin ku aştî derkeve holê ku şerê navxweyî bi dawî bibe lê mixabin di rojên dawî de me nûçeyên xerab bihîstine. Ji ber vê yekê ez bawer im divê em serê pêşî li bendê bin da ku em bibînin rewş li Sûriyeyê çawa dimeşe, gelo bi rastî aştî dê derkeve holê û şerê navxweyî bi rastî dê bi dawî bibe. Her wiha gelek Sûriyeyî li vir hene ku xwe gelek baş guncandine. Em hewceyî gelek kesan in ku ji welatên din hatine û civaka me rengîn dikin û em bi pirrengiyê dijîn, ji ber ku pirrengi alîkar e ku em jî bipêş bikevin.

Rûdaw: Baş e Birêz Wezîr, niha Almanya û welatên din ên Ewropayê piştgiriyê didin Hikûmeta Sûriyeyê lê ew hikûmet mafên Kurdan nade, hûn li ser vê yekê çi dibêjin?

Sabine Sütterlin-Waack: Ez her tim dibêjim mirov bêguman piştgiriya kesê ku bi rastî ji bo aştî û demokrasiyê kar dike dike û divê em bi baldarî lê binêrin. Wekî ku min niha got. Ev ji bo me girîng e û divê em bi hêsanî bibêjin ku teror divê bidawî bibe. Wezîra karên me yên navxweyî me. Ez berpirsim ji ewlehiya navxweyî. Li Almanyayê, bêguman, divê em bi baldarî binêrin ka kî tê welatê me û divê em bi baldarî bizanibin em piştgiriya kê dikin, da ku teror li Sûriyeyê berdewam nebe.

Rûdaw: Birêz we behsa terorê kir, Kurdan li Sûriyeyê bi mêranî li dijî terorê şer kir, niha di destûra demkî ya Sûriyeyê de mafê Kurdan tune ye, helwesta we çi ye?

Sabine Sütterlin-Waack: Em li Almanyayê gelekî girîngiyê didin parastina pêkhateyan, bi taybetî li vir li Schleswig-Holstein li bakur. Ev ji deverekê xirabtir tê wek li vir li Kiel. Parastineke gelekî xurt ji bo Danmarkiyan ku li Almanyayê dijîn û ji bo Almanên ku li Danmarkê dijîn heye. Yanî em di nav pêkhateyan de dijîn û ez bawer dikim, hin welat dikarin hinekî bi baldarî bi pêkhateyan re tevbigerin û Kurd pêkhateyeke li Sûriyeyê ne û ez bawer dikim, dewleta nû ya Sûriyeyê, her çawa be, bi hêviya ku aştî û demokrasî be, dikare pêkhateyan jî li berçav bigire. Ji ber ku ev jî têkilî pirrcuretî heye û ew beşek ji nasnameya gel in.

Rûdaw: Baş e ez vedigerim Almanyayê, pirsa siyaseta koçberan di dema hilbijartinan de gelekî germ bû û niha jî hikûmeta paşerojê li ser wê pirsê li hev kirine, ji bo we wekî Wezîrê Navxweyî gelo ewqas hêsan e ku ew koçberên ku ji Efxanistan an Sûriyeyê ne û li vir sûcan dikin werin dersînorkirin?

Sabine Sütterlin-Waack: Helwesta min a zelal, her kesê ku li vir li Schleswig-Holstein sûcekê dike divê ji Almanyayê were derxistin. Ev nabe. Gelê me ditirse û ev nabe û em jî naxwazin. Ev tê wê wateyê ku ew kesên ku sûcan dikin divê werin derxistin. Ev tiştekî gelekî zelal e. Her çend ev her tim ne hêsan e, em her du kes vê dizanin lê divê em li ser kar bikin û ew kesên ku mafê mayînê hen  ku dikarin li vir bimînin, ji ber ku jiyana wan hîn di metirsiyê de ye. Ez piştgiriyê didim yasaya mafê penaberiyê ya Almanî, divê ev bimîne û divê em berçav bigirin, em vê dixwazin lê ew kesên ku mêvandariya me bin pê dikin û rêzê nagirin divê ez bi zelal bibêjim, cihê wan, ti karê wan li vir li Almanyayê tune ye. Divê biçin.

Rûdaw: Ji bo pirsa siyaseta koçberan, yek ji xalên girîng kontrolkirina sînoran bû. Gelo hûn niha li ser vê di danûstandinan de li hev hatine?

Sabine Sütterlin-Waack: Ev zehmet e, lê bêguman ev pêkan e. Dê çêtir be ku em sînorên derve yên Ewropayê kontrol bikin. Ji ber ku peymaneka Schengenê heye ku me gelek bi zehmetî û demeke dirêj kar jê re kiriye da ku di nav Ewropayê de ti kontrolkirinên me nebe. Îro ew peymanê di bin metirsiyê de ye. Niha di rewşa heyî de diyar e ku kontrolkirin zehmet e û ji ber vê em li Almanyayê kontrola sînoran dikin. Dibe ku em ti caran bi tevahî bi ser nekevin, ji ber ku ev ne hewqas hêsan e, lê divê em binêrin ka kî dikeve nav Almanyayê.

Rûdaw: Ewlekariya navxweyî jî pirseke din a girîng e li Almanyayê. Gelo hûn dixwazin yan plana we çi ye ji bo parastina ewlekariya navxweyî di dema ku wekî ku we amaje pê kir xelk ditirsin?

Sabine Sütterlin-Waack: Ewlekariya navxweyî niha mijareke gelek berfireh e. Di konferansa wezîrên navxweyî de em her tim li ser vê mijarê kar dikin. Divê em bizanibin ka ew kesên ku bi me re li hev dikin, ku li gorî yasaya Almanyayê dikarin li vir bimînin. Ez yasanas im, ez li ser yasayên Almanyayê dixebitim. Ew divê li vir li gel me biguncan. Em di vê mijarê de alîkariyê didin wan, ev tiştekî normal e. Her wiha pêwistiya me bi kesan heye ku li cem me kar bikin. Me hema niha behsa wî xortê genc kir ku we got. Em hewceyê kesan in ku li vir kar bikin. Hejmara me her ku diçe kêm dibe û pîrtir dibin, lewma pêwistiya me bi gelek curbicuriyê heye. Lê wekî min got, ew kesên ku sûcan dikin.

Rûdaw: Anku hûn dixwazin giringiyê bidin hatina koçberan a bi rêya yasayî?

Sabine Sütterlin-Waack: Koçberiya yasayî bêguman. Divê em li ser vê mijarê careke din bi baldarî bifikirin, gelo ev dê bi rêya penaberiyê be yan bi rêya kar. Li vir hin cudahî hene ku ez bi başî dibînim. Eger kesên me hene ku dikarin li vir baş bijîn û bi başî kar bikin, divê em hewl bidin wan li vir bihêlin. Gelek kesên bi niyeta baş, dostane û jêhatî hene ku ji welatên din tên cem me, divê em hay ji wan hebin, lê wekî min got, min niha çend caran gotiye, ew kesên ku sûc dikin, ti karê wan li cem me tune.

Rûdaw: Pirsa min a dawî ji we xanim wezîra navxwe, Partiya AfDyê dengên xwe duqat kir. Hûn vê çiqas bi metirsî dibînin?

Sabine Sütterlin-Waack: Ez vê wekî metirsiyeke mezin dibînim û gelekî cihê nîgeraniyê ye. Bi xweşî, Partiya AfDyê li Parlamentoya Schleswig-Holstein tune. AfD li parlamentoya welêt tune. Di hilbijartina parlamentoyê ya dawî de me karî wan derxînin. Berê ew li wir bûn lê niha nemane û bêguman cihê dilgiraniyê ye lê her dengderek ku dengê xwe dide vê partiyê bêguman ne nazî ye. Ev rast e lê ewên ku dengê xwe didinê, gelek caran nazî ne û çawa mirov nikare dîroka Almanyayê ji bîr bike. Min hema di van dawiyê de serdana cihê bîranînê kir. Ez dikarim bibêjim, çawa mirov dikare tiştê ku qewimiye ji bîr bike û înkar jî bike, bibêje ev hemû ne rast e. Ev ji bo min ne têgihiştin e û ev e ku min gelekî nîgeran dike, ji ber ku ew dixwazin sîstema dewleta me bi tevahî biguherînin û ew dixwazin demokrasiya me biguherînin. Dixwazin azadiya ramanê biguherînin. Hemû tiştê ku ji bo me pir girîng e ku ji bo 75 – 80 salan li gel me bûye li Almanyayê, her wiha li Schleswig-Holsteinê divê ew were guherîn û divê em bi hemû hêza xwe li dijî wê bisekinin.

Rûdaw: Gelekî spas ji bo ku hûn bi me re bûn.

Sabine Sütterlin-Waack: Bi dilxweşî.

(Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *