Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin

Di çarçoveya guherandina dîlan a di navbera Rûsya û Ukraynayê de 261 leşkerên Rûs û 277 leşkerên Ukraynî hatin berdan.

Rûsya û Ukraynayê 18ê Nîsanê pêvajoyeke nû ya guherandina dîlan pêk anî.

Li gorî daxuyaniyan, di çarçoveya vê guherandinê de 261 leşkerên Rûs û 277 leşkerên Ukraynî hatin berdan.

Aliyan guherandina dîlan bi rêya kanalên fermî ragihand lê li ser cih û awayê berdanê ti hûrgilî nehatin parvekirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyarkirin ku bi navbeynkariya Îmaratê bi Ukraynayê re guherandina dîlan hatiye kirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyê de got:

“Di encama pêvajoya dan û standinan de 246 leşkerên Rûs ji axa di bin kontrola birêvebiriya Kyivê de hatin anîn.

Li hemberî wan 246 leşkerên Ukraynî hatin berdan.

Her wiha, wekî jestekê li hemberî 15 leşkerên Rûs ên birîndar 31 leşker radestî Ukraynayê hatin kirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên Rûs ên hatine berdan li Belarusê ne û ji bo leşkeran piştgiriya pêwîst a bijîşkî û derûnî hatiye dayîn.

277 leşkerên Ukraynî vegeriyan welatê xwe

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de diyar kir ku di encama guherandina dîlan bi Rûsyayê re de 277 leşkerên Ukraynî vegeriyane welatê xwe.

Zelenskyy da zanîn ku ji destpêka şer ve di pêvajoya guherandina dîlan de bi tevahî 4 hezar û 552 kesên Ukraynî hatine berdan û got, “Divê em hemûyan bînin.”

Agirbest

Rûsyayê ragihand ku ew dê bi Ukraynayê re demkî şer rawestîne û agirbesteke demkurt îlan kir.

Agirbest dê doh saet 18:00an ket meriyetê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, piştî ku li Kremlînê di civînekê de guhdarî rapora Serokê Giştî yê Artêşê Valery Gerasimov a derbarê rewşa li herêma operasyonê kir, ragihand ku artêşa Rûsyayê dê ji 19ê Nîsanê saet 18:00an heta 21ê Nîsanê saet 00:00an agirbestê bi cih bîne. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *