Di şerê li berava Sûriyeyê ne tenê sivîlên Elewî her wiha hinek sivîlên Xiristiyan jî hatine kuştin.
Li gorî zaniyariyên Rûdawê, herî kêm 8 kesên Xiristiyan di êrişên li berava Sûriyeyê de hatine kuştin.
Birêvebirê Rêxistina Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî ji Rûdawê re got, ji bilî kuştinê, hinek malbatên Xiristiyan jî rastî dizî û talanê hatine.
Çavkaniyeke agahdar ji Laziqiyê ji Rûdawê re got, herî kêm kuştina 8 kesên Xiristiyan hatiye piştrastkirin.
Li gorî wê çavkaniyê ji kesên ew bi xwe wan nas dike, Tonî Beşar Xûrî li Laziqiyê hatiye kuştin.
Temenê wî nêzî 40 salî ye û ji gundê Dehir Sefrayê yê Banyasê ye û li nav mala xwe de hatiye kuştin.
Merwan Hemûşê 46 salî jî li Laziqiyeyê li mala xwe hatiye kuştin.
Birêvebirê Rêxistina Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî diyar kir ku heta niha desthilata Sûriyeyê bi Xiristiyanan re dest bi diyalogê nekiriye.
Qurbaniyên sereke Elewî ne lê Xiristiyan jî tên kuştin
Cemîl Diyarbekirlî wiha got:
“Bêguman ev komkujî û kuştargeh her çi qas ku Elewiyan dikin armanc û ew ziyandîtiyên sereke lê pişka Xiristiyan jî ji wan hebû.
Me wekî Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan heta niha navê çar kesên Xiristiyan belge kirine ku di van bûyeran de hatine kuştin.
Li gel dehan bûyerên dizî û wêrankirin û binpêkirina hurmeta jiyan, mal û milkê Xiristiyanan li wan herêman.
Her wiha çend gundên Xiristiyan hene ku nişteciyên wan koçber bûne. Bê guman gundên Xiristiyan ji êrişên van grûpên tekfîrî nehatine parastin.”
Li gorî Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan di nava 72 demjimêran de, 40 komkujî hatine kirin û 973 sivîl hatine kuştin.
Ji van 545 kes ji Laziqiyê ne, 262 kes ji Tertûsê ne, 156 kes ji Hemayê ne, 10 kes ji Himsê ne, 148 kes jî çekdarên ser bi rejîma berê ne. (Rûdaw)