Rudaw Serok Barzanî: Newroza Kolnê nîşan da ku zarokên gelê me her dem ji bo doza welat amade ne

Serok Mesûd Barzanî li ser pîrozbahiya Newroza Kolnê peyamek belav kir û eşkere kir ku Newroza Kolnê nîşan da ku zarokên gelê me her dem amade ne.

Konfederasyona Kurdên Diyaspora doh li bajarê Kolnê yê Almanyayê ahengeke mezin a Newrozê li dar xist.

Armanca ahengê ji bilî pîrozkirina Newrozê bi dirûşma “Mil bi mil dil bi dil” piştgiriya Rojavayê Kurdistanê jî bû.

Bi hezaran Kurdên diyasporayê bi cil û bergên Kurdî û Alayên Kurdistanê tevlî Newrozê bûn.

“We peyama xwe ya aştiyane gihand cihanê”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de spasiya beşdaran kir û got:

Cihê xweşhaliyê ye hejmareke zêdeyê welatiyên Kurd bi coşiyeke bêhempa de beşdarî ahenga Newrozê ya bajarê Kolnê ya Almanya yê bû.

Beşdariya wê hejmara zêde ya Kurdistaniyên delal, dildar û şopînerên rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê, ya li vê kombûnê da, peyameke zelale ji bo karîn û zîndîbûna revenda Kurdî ya li derveyê welat û nîşana ewe ye jî ku zarok û gedeyên gelê me li derveyê welat hêzeke mezin in û ji bo piştgirîkina doza rewa ya gelê Kurdistanê li navendên cîhanê û li nava raya giştî ya cîhanê de herdem amade ne.

Her çend li ahenga bajarê Kolnê de desteke ne emîn hewla têkdan û alozî derxistinê dan û li weşana zindî de xwestin peyama kombûna cemaweriya Newroza Kolnê ji rê derbixin lê belê deng û rengê rastî ya beşdarbûyan, rê bi wê yekê neda ew hewl serî bigrin û li wê ahengê da rêbaza dilsoziya welat û Kurdistanîbûnê biserket.

Li vir spasî yek bi yek wan ezîz û xweşdiviyan dikim ku bi coşiya Kurdan e û bi ruhekî niştimanperwerane peyama aştîxwazane ya  gelê xwe, li wê ahenga bi rûmet da bi cîhanê gihandin û destxweşiyê li wan dikim.

Hêvîdarim her dem li xweşî û cejn û şadiyê da bin, silav li wan hemû xebatkar, azadîxwaz û dilsozên Kurd yên li her cîhekê cîhanê bin.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *