Wergêr û nivîskar Roşan Lezgîn diyar kir ku di nav 30- 40 salên dawiyê de rola nivîskar û weşangeran di parastin û pêşvebirina Kurdî de pir zêde bûye.
Ji bo hilbijartina dersên Kurmancî û Kirmanckî yên polên 5-6-7 û 8an xebatên sazî û rêxistinên sivîl ên Kurdan berdewam in.
Xwendekar dikarin heta 17ê Sibatê li dibistanên navîn dersên Kurdî hilbijêrin.
Rêxistin, komele, sazî û kesayetiyên sivîl ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji aliyekî ve li ser cade û kolanan belavokan belav dikin û zanyariyan didin xelkê, ji aliyê din ve diçin serdana dibistanan û bi birêvebiran re hevdîtinan dikin.
Wergêr û nivîskarê Kurd Roşan Lezgîn li ser rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.
“Li dijî Kurdî şerê psîkolojîk jî hat kirin”
Lezgîn bersiv da pirsên Sîma Abxizirê û wiha got:
“Xwendin û nivîsandina bi Kurdî li gorî berê bi pêşde çûye ne wekî berê ye. Ji ber ku perwerdeya bi Kurdî tune hişê Kurdî li nava însanan têk çûye.
Em nikarin bibêjin ku sîstema Kurdî tekûz maye.
Dagirkeran wekî sîstemeke dagirkeriyê ji salên 1930î heta van salên dawiyê polîtîkayeke wisa meşandin ku Kurdî zimanekî gundiyan e.
Kurdî zimanekî medenî nîne zimanekî derveyî bajaran e. Ne tenê bi rêya qedexeyan bi rêya psîkolojiyê jî wisa dikirin ku ew kesê Kurdî xeber dide ew ne modern e ne bajariye nîşan didan.
Ev psîkolojî di van salên dawiyê de bi axaftin, çapkirina pirtûkên Kurdî bi zêdebûna hejmara nivîskarên Kurdî têk çûye.
Kurd êdî dizanin zimanê wan ne kêmî zimanê dagirkeran e. Zimanê wan ne kêmî zimanê Erebî, zimanê Farsî û Tirkî ye.
Zimanê Kurdî di televîzyonan de di her qada ilmî de tê bikaranîn.”
Nivîskar Lezgîn ji bo parastin û pêşketina ziman `behsa girîngiya statuyê kir û wiha domand:
“Eger zimanek nebe zimanekî fermî eger statuyeke wî tunebe bêguman axivêrên wî xwe biçûk dibînin. Xelkê wî zimanî xwe biçûk dibînin.
Eger miletê te nebe xwediyê statuyekê tu nikarî wê biçûkbûnê ji hişê wî derxînî.
Ez carekê hatibûm Zaxoyê hûn dizanin Aşûr hene li Herêma Kurdistanê gelekl pêkhate hene.
Heta ku zimanê Kurdî nebû zimanê fermî wan girîngî nedida zimanê Kurdî û Kurdî fêr nedibûn qedr û qîmetek nedidan Kurdî.
Piştî ku zimanê Kurdî bû zimanê fermî bû xwedî statû îro ew pêkhaeyên li Herêma Kurdistanê ji Kurdan bêtir li Kurdî xwedî derdikevin û girîngiyê didin Kurdî.
Wê demê ji bo miletê me jî ji bo gelê me jî dibe serbilindî çûnke zimanê wan xwedî statu ye.
Heta ku zimanek nebe xwedî statu tu nikarî pê serbilind bibî û ez vê ji bo xelkê dibêjim ji kesên zana re nabêjim.”
“Rola nivîskar û weşanxaneyan gelekî zêde ye”
Roşan Lezgîn amaje bi kampanyayên dersa zimanê Kurdî jî kir û wiha got:
“Gelekî normal e ku haya xelkê ji dersa Kurdî nebe. Li Bakurê Kurdistana çapemeniya serdest a Kurdî behsa van dersan nake.
Pir normal e ku haya xelkê ji van dersan nebe. Hewldanek heye aktivîst dixebitin her dema ku hilbijartina dersan tê kampanyayek tê kirin.
Dengê xwe bilind dikin û ev yek roj bi roj bilindtir dibe. Ev pêvajo hêdî diçe lê baş diçe.
Divê em vê jî bibêjin hemû dezgehên Kurdî tevlî vê kampanyayê nabin. Heta niha hemû dînamîkên Kurdî tevlî vê kampanyayê nebûne.
Eger îro li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî maye rola nivîskaran rola weşanxaneyan roleke sereke ye.
Rola wan sed qatî ji rola siyasiyên zêdetir e û hewldaneke gelekî mezin heye. Her sal 200 pirtûk çap dibin ev hemû dînamîkên nivîskaran e.
Dînamîkên şexsî û weşanxaneyan e. Ez dikarim bêjim ku rola nivîskar û weşangeran sereke ye.
Çawa digotin ku dengbêjan dayikan roleke sereke di parastina zimanê Kurdî de çêbûye.
Ez wisa dîbînim ku di nava 30- 40 salên dawiyê de rola nivîskar û weşangeran jî di parastin û pêşvebirina ziman de gelekî zêde bûye.”
Rûdaw