Romana nû ya Helîm Yûsiv derket: Jiyan Herêmeke Qedexekirî bû

Romana nû ya nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv “Jiyan Herêmeke Qedexekirî bû ” di çapa xwe ya yekem a sala 2025an de ji aliyê Dar El-Zeman ve ji bo çapkirin, weşandin û belavkirinê li Şamê hat weşandin.

Berhema Helîm Yûsiv bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin û li ser bûyerên rast û şahidiyên kesane hatiye çêkirin.

Roman bi ruhekî otobiyografîk, di nav vegotineke wêjeyî de hatiye nivîsandin ku roniyê dide ser hûrguliyên jiyana nivîskêr a li welêt û li sirgûnê.

“Jiyana me ya rast ji xeyalê zêdetir xeyalî ye”

Nivîskêr li ser bergê paşê yê berhemê wiha gotiye:

“Min dev ji nivîsandina bi awayekî nerasterast berda, bêyî ku ez berê xwe bidim xeyalê… Min xwe nesipart xeyalê ji ber ku jiyana me ya rast ji xeyalê zêdetir xeyalî ye.”

Roman behsa jiyana nivîskên û kesên ku di jiyana wî re derbas bûne dike.

Helbet navên lehengan xeyalî ne lê ew bêyî dûdilî tecrubeya wî ya taybet nîşan didin.

Nivîskarê Kurd berhemê wekî romana herî kêm romanwarî di kariyera xwe de û belkî jî ya herî rastgo bi nav dike.

Dîzayna bergê ji aliyê hunermend Cemal el-Ebteh ve hatiye çêkirin.

Tabloya hunerî ya pê re jî bi îmzeya hunermendê Kurd Xidir Ebdulkerîm bû, derhênan û dîzayna hundirîn jî ji aliyê Weşanxaneya El-Zemanê ve hatiye kirin.

Kurdiya wê vê payîzê derdikeve

Helîm Yûsiv ji Rûdawê re ragihand ku Kurdiya berhemê dê payîza 2025an ji aliyê Weşanên Sar ve were çapkirin û li pey çû:

“Min roman li ser wan her sê cihên ku min jiyana xwe heta niha bi temamî li wan derbas kiriye nivîsandiye, bi taybejî jî her sê bajar; bajarê Amûdê ku cihê jidayîkbûna min e, bajarê Helebê ku min lê xwend û bajarê Wuppertalê yê Almanyayê cihê ku ev 20 sal in ez lê dijîm.

Roman di nava van her sê cihan de diçe û tê û hemû bûyer û serpihatiyên jiyana min tê de cih digirin.

Bi xwe rengek ji rengên biranîna ye, jînenîgarî ye lê min xwest van jînenîgariyan bi forma romanê binivîsim.”

Nivîskêr bi bîr anî ku ev romana wî ya 7an e û romana wî ya yekem sala 1999an bi navê Sobarto derketibû.

Helîm Yûsiv

Helîm Yûsiv nivîskarekî Kurd e, navê wî yê temam Ebdulhelîm Yûsiv Mehmûd e.

Ew sala 1967an li Amûdêya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Ew bi zimanên Kurdî û Erebî dinivîse û ji sala 2000î ve wekî penaberê siyasî li Almanyayê dijî.

Ew xwediyê bawernameya hiqûqê ya Zanîngeha Helebê ye û berhemên wî li gelek zimanên wekî Kurdî, Erebî, Tirkî, Farisî, Almanî, Îngilîzî û Îtalî.

Gelek roman û berhemên çîrokan ên Yûsiv hatine weşandin ku yên herî berbiçav ev in: Mirî Ranazin, Mêrê Avis, Jinên Qatên Bilind, Memê Bê Zîn, Tirsa Bê Diran, Gava ku Masî Tî Dibin û Auslander Beg.

Her wiha di gelek rojname, kovar û malperên Kurdî û Erebî de nivîsên wî yên wêjeyê û hizrî hatine weşandin.

Helîm Yûsiv bi “Jiyan Herêmeke Qedexekirî bû”yê vedigere ezmûna xwe ya rût, ku bûyerên jiyana rojane bi dijwariya sirgûnê û hesreta zarokatiyê re têkel dibin.

Nivîskar di romanê de rastiyê îfade dike lê dev ji hêginiya xwe bernade. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *